QSD‘ê encamên qonaxa duyemîn a pêngava li dijî şaneyên veşartî ragihand

QSD‘ê ragihandin ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a operasyonên tinekirina şandeyên veşartî li gundewarên Dêrazorê û Hesekê de 51 çete hatin girtin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke çapemeniyê li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê encamên qonaxa duyemîn a operasyonên tinekirina şandeyên veşartî li Hesekê û Dêrazorê eşkere kir.

Daxuyanî ji aliyê Serokê Meclisa Leşkerî ya Şedadê Sayil El-Zobai ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji 30‘yê Gulanê ve 72 km paqij kir.

El-Zobai destnîşan kir ku 2 hezar û 200 şervanên Hêzên Sûriyeya demokratîk, 300 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hejmarek polîsên leşkerî cihê xwe di operasyonê de cih girtin û got: "Di saetên 01:00 derengî şevê, şervanan bi tevgereke tektîkî ber bi armancê xwe ve çûn û hemû herêmên operasyonên dorpêçkirin. Operasyon di saet 04:00‘an de destpê kir û 16:00 bi dawî bû."

El-Zobai daxuya kirin ku di operasyona paqijkirinê de 500 mezra û gelek gund hatin paqijkirin û 51 çeteyên DAIŞ‘ê di nav de kesên bi guman hebûn hatin girtin.

Sayil El-Zobai li ser çekên ku bi destxistine jî got: " 35 klaşînkov, 1 BKC, 5 brono, 11 demançe, 6 çifete, 2 wesayît û motorsêklêtek hatin destewerkirin.

El-Zobai di dawiya daxuyaniyê de spasiya şêniyan kir ku bi hêzên wan re bû hevkar û got, "Armana operasyonê ewlehî û paqijkirina herêmê ji şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê ne. Di pêngavê de şêniyan agahî li ser cihên çeteyan dan me."

Hêzên Sûriyeya Demokratîk 15‘ê Gulanê qonava yekemîn a tinekirna şandeyên veşartî destpê kir û 42 çete girtin û rêjeyek çek û cebilxane desteser kirin.

ANHA


Mijarên Din