QSD`ê encamên şer û berxwedana 24 saetên dawî eşkere kir

Navend Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê encama şer û bexwedana 24 saetên dawî eşkere kir.

Navendê têkildarî mijarê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên berfirehkirina dagirkeriyê didomîne

Eniya Ebû Rasên

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi balafir şer û çeken giran êrîşê gundê Um Se’êfa kirin.

Eniya Til Temir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran, balafirên şer û keşifê êrişî gundê Rêhaniyê kirin. Di encamê bersivdana dagirkeran da pêvçûn qewimî, lê bele encam nehat zelalkirin.

Eniya Eyn Îsa

Li derderoa rêya M4 a navnetewî, li gundên Tirwaziyê û Ebû Sîra artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çeken giran û balafirên şer êrişên xwe yên berfirehkirina dagirkeriyê didomînin. Di encama bersivdana hêzên me de şer qewimîn lê belê encam nehat zelalkirin.

Di encama bersivdana hêzên me de li dijî êrîşên dagirkeriyê bi giştî 2 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Her wiha hevalek me bi lehengî şer kir û şehîd bû, 9 hevalên me jî birîndar bûn.”

(kc)


Mijarên Din