QSD`ê encamên şer û berxwedana 24 saetên dawî eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê  bi daxuyaniyeke nivîskî encamên şer û berxwedana 24 saetên dawî eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Artêşa dagirker û komên çete li seranserê herêmê êriş û tevgera xwe ya dagirkeriyê domandin.

Til Temir

Artêşa dagirker li gundên Ing El-Hewa û Til Mihemed amadekariyên xwe yên êrîşkirinê domand. Komên çete bi konvoyên mezin teqwiyeya leşkerî anîn herêmê û her wiha tevgera balafirên bê mirov yên artêşa dagirker jî berdewam bû. Komên çete êriş birin ser qada li derdora Til Mihemed.

Eyn Îsa

Artêşa dagirker û komên çete li herêmê tevgera dagirkeriyê domandin. Li gelek qadan artêşa dagirker amadekariyên xwe yên êrîşê domand.”


Mijarên Din