QSD: Hezar û 300 terorîstên DAIŞ`ê û malbatên wan xwe radest kirin

Navenda Ragihandina QSD`ê ragihand ku îro zêdetirî hezar û 300 çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan  li Baxozê xwe radestî QSD`ê kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina QSD`ê vê êvarê ragihand ku zêdetirî hezar û 300 çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan  li Baxozê xwe radestî QSD`ê kirine. D

Daxuyaniyê de wiha hate gotin:"Çalakiyên hêzên me yên li dijî rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst û ji bo tunekirina wê di bargeha dawîn de li bajarokê Baxozê didomin. Îro derdoa hezar û 300 çete û malbatên wan xwe radestî şervanên me kirin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şer li Baxozê li gel pêşdeçûnên QSD`ê  û xweradestîkirina komî ya çeteyên DAIŞ’ê didome.

 


Mijarên Din