QSD, ji hêzek herêmî ber bi qadên navdewletî ve

Civîna salane ya fermanderên komên ku di bin banê QSD’ê de tevger dikin,  bi armancên avakirin, danîn plansaziyên guncew ji demên bê re di xeta pêkanîna serkeftina dawîn de li dijî DAIŞ`ê, xurtkirina ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêşxistina QSD’ê da ku bibe mirogerê Sûriyeyek demokratîk, azad û pirrengî li dar ket. Gelo QSD çawa pêşket û gihaşt vê astê?

Di vê dosyayê de em ê pêvajoyên ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têre derbas bûne ji avakirinê ve heya roja lidarxistina civîna salane ya fermendarên komên ku di bin banê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de tevdigerin bi bîr bixin.

Di 15`ê Cotmeha 2015`an de di kongreyek çapmeniyê de avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk hate ragihandin.

Di ragihandina fermî de Hêzên Sûriyeya Demokratîk armanca xwe ya sereke di avakirina Sûriyeyek demokratîk de ku tevahiya şêniyên wê mafên xwe di azadî, rûmet û edaletî de beyî dûrxistina aliyekê li ser hesabê aliyê din li gorî rêziknamey xwe ya ku di 26`ê  Kanûna 2016`an de daniye bi dest bixin,  diyar kir.

Di dema ku DAIŞ`ê de rûberên berfireh ji Sûriyê û Iraqê dagir kiribûn, Hêzên Sûriyeya Demokratîk ava bû û dest bi pêngavên xwe kirin. Heta ku bi tunekirina DAIŞ`ê di 21`ê Adara îsal de tacîdar bûn.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk li gorî hêviyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di yekîtî û tunekirina terorê de ava bû. Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji tugayên leşkerî ji Ereb, Kurd, Suryan, Aşûr, Kildan û pêkhateyên din ên olî û neteweyî yên bakurê Sûriyê pêk tê.

Parastina yekîtiya axa Sûriyê û rizgarkirina herêmê ji terorê ji armancên Hêzên Sûriyeya Demokratîk yên sereke ne.

Ji destpêka avakirinê ve, Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve gelek pêngav li dijî çeteyên DAIŞ`ê birêvebirin. Gelek herêmê ji zêdegaviyên dewleta Tirk û êrîşên Rejîma Sûriyê parastin.

Pêgava yekemîn ji başûrê gundewarê Hesekê, Hol û Şedadê bû. Piştre pêngava rizgarkirina başûrê kantona Kobanê. Piştî wê pêngavên li dijî çeteyên DAIŞ`ê li Tebqa, Reqa û herî dawîn bakurê gundewarê Dêrazorê.

Di encama wan cengan de zêdetirî 11 hezar şervan şehîd bûn tevî zêdetirî 24 hezar şervanên din jî birînda bûn.

Bi serkeftinên Hêzên Sûriyeya Demokratîk re hejmara şervanên ku tevlî dibin zêde bûn. Bi sedan ji şêniyên herêmên  ku rizgar kirine, tevlî nav QSD` bûn. Ji ber wê pêwîst bû ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk sazumaniya xwe ji nûve ava bike li gel ku hejmara hêzên wê gihaşt derdora 70 hezar şervan.

 Ji ber van pêşketinan Hêzên Sûriyeya Demokratîk dest bi ji nûve xwerêxistinkirin û avakirina pergalek leşkerî giştî kir. Ev tişt di avakirina focên leşkerî de diyar bû. Hêzên Sûriyeya Demokratîk 76 foc di nav meclisên leşkerî de yên taybet ji her bajarekî  re ava kirin. Di her focekî de 250 şervan li gorî beşên pispor ên cuda hene.

Karê meclisa leşkerî û fermendariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk di birêxistinkirina leşkerî de sînordar nema, ji bo birêxistinkirina karûbarên hêzan buro û komîteyên îdarî hatin avakirin. Di nav de buroya malbatên şervanan, têkîliyên giştî, arşîf, ragihandin, karûbarên sivîl, amadekirin û perwerde, malî û lojistîk û çek, buroya agahiyên leşkerî û  buroya karûbarên jinên şervan. Ev buro û komîte li tevahiya herêmên ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk lê heye belav dibin.

Îro QSD li herêmên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar kirine li gorî meclisên leşkerî ji her bajarekî belav dibe. Heta niha 9 meclisên leşkerî ava kirine; Kobanê, Reqa, Tebqa, Girê Spî, Serêkaniyê, Qamişlo, Hol û Dêrazorê. Prosesa ji nûve avakirina sazumaniya hêzê berdewam e.

Li ser asta hundirîn jî QSD bûye meqseda tevahiya ciwanên. Her wiha hêviya jiyana bi rûmet ji gelê Sûriyê re li ser erdê ku êdî bûye jêdera terorê û mudexeleyên derve vegerand.

Di qada navdewletî de jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk dixebite da ku wekî hêzeke leşkerî îtîrafa pê were kirin. QSD  di 29’ê Hezîrana îsal de projeyeke xebatê bi Neteweyên Yekûbyî re îmze kir.

(şx/bm)

ANHA

 


Mijarên Din