QSD`ê li başûrê Hesekê 15 endamên şaneyên veşartî girt

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî, di encama çalakiyeke taybet de li başûrê Hesekê li dijî şaneyên DAIŞ`ê de, 15 endam ji şaneyên veşartî girtin.

Çavkaniyeke taybet ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku QSD`ê bi hevakriya Hêzên Koalîsyonê li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê li başûrê bajarê Hesekê, dest bi hemleyekê kir.

Çavkanî destnîşan kir ku di encama wê de 15 endam ji şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê hatin girtin.

Her wiha çavkanî tekez kir ku hêzên taybet ên QSD`ê di encama çalakiyê de gelek baregehên ku şaneyan ji bo êrîşan li Baku rojhilatê Sûriyê bikar dianîn, kirin hedef.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku piştî şervanên QSD`ê çeteyên DAIŞ`ê li bajarokê Baxoz têk bir, QSD`ê ragihand ku ew ê dest bi çalakiyên taybet li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê bikin

(bx)

ANHA


Mijarên Din