QSD`ê li Dêrazorê şaneyeke DAIŞ`ê girt

Li rojhilatê gundewarê Dêrazorê yekîneyên taybet ên girêdayî Hêzên Sûriye Demokratîk bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navdewletî şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê girt.

Navenda ragihandina QSD`ê daxuyniyek belav kir û tê de got:

“Yekîneyên me yên taybet bi hevkarî û piştgiriya hêzên Koalîsyona Navdewletî bi operasyonekê berbenga vê sibehê komek terorîst a girêdayî DAIŞ`ê li rojhilatê gundewarê Dêrazorê girt.

Piştî demekê ji şopandin û lêkolînê ji aliyên pispor, hêzên me ser cihê şaneyê de girt û tevahiya endamên şaneyê girtin.

Her wiha yekîneyên me alavên bêtêl, cilên leşkerî tevî pirtûkên girêdayî rêxistina terorîst desteser kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ku hêzên me piştî tunekirina DAIŞ`ê dem demê ser cihên komên girêdayî DAIŞ`ê de digirin.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din