QSD: Li Eyn Îsayê 18 çete hatin kuştin

QSD’ê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku di êrişên şeva din ên li dijî Eyn Îsayê de 18 çete hatine kuştin ku di nav de çeteyê bi navê Îsmaîl El-Aydo jî heye ku berê serçeteyekî DAIŞ’ê bû. Her wiha 4 şervanên QSD’ê jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Eyn Îsayê agahî dan. QSD’ê ragihand ku di bersivdayîna wan de 18 çete hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: Roja 24’ê Mijdarê saet di 00:30’an de çeteyên dagirker ji çend milan ve xwest bi awayek veşartî bikevin gundê Malikiyê yê bajarê Eyn Îsayê. Di heman wextê de bajarê Eyn Îsa, derdora wê û derdora rêya M4 bi dijwarî hatin bombebarankirin.

Şervanên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva wan êrişan da û bi çekên giran û navîn pêvçûn qewimîn. Di encama wan pêvçûnan de êriş hat şikandin û komên çeteyan ku xwestibû bikevin gundê Malikiyê, hatin îmhakirin.”

SERÇETEYEKÎ BERÊ YÊ DAIŞ’Ê HATE KUŞTIN

QSD’ê eşkere kir ku seçeteyekî berê yê DAIŞ’ê ku di nava çeteyan de bû, hatiye kuştin û wiha da zanîn: “Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, çeteyê bi navê Îsmaîl El Aydo ku ev êriş bi rê ve dibir, her wiha berê emîrê DAIŞ’ê bû jî di nav de, herî kêm 18 çete hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûn. Di wextê êrişê de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker bênavber li ser herêmê digeriyan.

Di êrişên topbaranê de gelek cihên medeniyan hatin hedef girtin û zirarên madî gihîştin welatiyan. Her wiha sîstema kerebeyê ya bajar zirar dît.”

4 ŞERVANÊN QSD’Ê BIRÎNDAR BÛN

Di berdewama daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Di pêvçûnan de 4 şervanên me birîndar bûn.  Pêvçûn hîn jî navber bi navber bi çekên giran û navîn berdewam dikin.”


Mijarên Din