QSD`ê li gundewarên Dêrazorê dest bi hemleyeke nû kir

QSD`ê li ser sînorê Iraqê-Sûriyê yê bejahiya Dêrazorê bi beşdariya hêzên bejahî û asmanî yên Koalîsyona Navneteweyî dest bi hemleyekê kir.

Îro QSD`ê hemleya ewlekariyê ragihand û hêzên bejahî yên Koalîsyona Navneteweyî bi balafirên xwe tev li hemleya têkoşîna li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê yên terorîst ên li herêma Wadî El-Ecîc a li ser sînorê Sûriyê-Iraqê ya li bejahiya bakurê Dêrazorê bûne.

Li gorî çavkaniyan QSD`ê bi alîkariya Koalîsyonê Navneteweyî tonulên ku şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li Dêrazorê ji bo veşartina xwe û ya çekan bi kar tînin, kirin armanc.

Her wiha çavkaniyan diyar kir ku hemleyê rêyên ku çete ji bo veguhastin û qaçaxçîtiya çekan  bi kar tînin, kirine hedef. Çeteyên DAIŞ`ê bi van kiryaran hewl didin ewlehî û aramiya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din