QSD û Meclisa Lihevanîna du eşîre lihev anîn

Meclisa Lihevanînê ya herêma Tebqayê bi hevakriya Buroya Têkiliyan a QSD`ê pirsgirêka di navbera êla Ecêl û Ziwêqat de çareser kir.

Ji fermandarên QSD`ê Zinar Kobanê, ji rêveberên Meclisa Lihevanînê ya Êlan a Tebqayê Şêx Abdullah Mudehî, şêx û rûspiyên êlên Ereb ên herêmê beşdarî lihevanîna herdû êlan bûn. Merasîma lihevanînê li ewyana eşîreya Ecêl a li gundê Hemam ê rojhilatê bajarê Tebqayê pêk hat. 

Dema lihevanînê şêxê eşîreya Ecêl, Ziêtir Kerîm El-Ziêtir axivî û lihevaîna her du eşîran pîrzoz kir. El-Ziêtir got: "Îro em di qonaxek dijwar de ne, hemû aliyên derve dixwazin hevgirêdana me ya eşîrtî, yekîtiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parçe bikin, lewma divê em rê nedin ti aliyan an ti kesî ku nakokiyan di navbera şêniyên herêmê de derxînin."

Ji fermandarên QSD‘ê Zinar Kobanê jî anî ziman û hevgirtina pêkhateyên herêmê û dûrbûna ji ezezîtiyê ya ku dibe sedema sereke ya pirsgirêkên eşîrtiyê ji xwezaya herêmê ye  û wiha domand: "Li herêmê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Dîwana Edaleta Civakî heye, her yek erka xwe bi awayekî durist pêk tîne."

Di dawiya civînê şêxên eşîreyan girteka lihevanîna her du eşîran amade kirin. Herdu eşîreya lihev hatin û soz dan ku pirsgirêkên di navbera wan de careke din dûbare nekin.

(eh)  

ANHA


Mijarên Din