Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bi hemû rêbazan hewl dide ewlehiya herêmê têk bibin û kesayetên navder dikin armanc.
Li ser mijarê, ji rûspiyên eşîra El-Neîm, Elî Şêx Salih ji ANHA'yê re axivî, bal kişand ser sûcên dagirkeriyê û armancên wê.
Şêx Salih di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser sûcên ku li gundê wî yê Erîşe yê 30 km dikeve başûrê rojhilatê bajarê Serêkaniyê tê kirin û got: "Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka ku herêm dagir kiriye ve, dest bi rûxandina binsaziyê wê kir, piştî ku milkên şêniyan talan kirin, gundê Erîşe wêran bû.”
`ŞERÊ CÎHANÊ YÊ SÊYEMÎN NE HATIYE RAGIHANDIN`
Şêx El-Salih sûc û komkujiyên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tînin bi “Sûca şer” wesifand û got: " Herêmê wêran dike û dixwaze wê tev li axa Tirkiyê bike."
El-Salih wiha pê de çû: “Sûcên ku artêşa Tirk a dagirker li herêmê pêk tîne, mîna şerê cîhanê yê sêyemîn ê neragihandî ye. Ji deh salan ve şerê herêmê dike. Ji Efrînê bigire heta Serêkaniyê ne xweza, ne ax û ne jî mirov ji sûcên wê nefilitîn.”
El-Salih diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide li dewletên cîran hegemonya xwe fireh bike da ku împeratoriya osmanî vejîne, guhertina demografiya herêmên dagirkirî vê yekê teqez dike.
`KUŞTIN RÊBAZEK JI BO BELAVKIRINA FÎTNEYÊ YE`
Derbarê zêdebûna bûyerên hedefgirtina rûspiyên êlên Ereb ên li herêmê de Şêx Salih got: “Aliyên dijberî herêmê di sêrî de dewleta Tirk hewl didin fîtneyê di navbera êlên herêmê de derxin. Bi derketina dagirkerî û çeteyên wê ji herêmê me re, dê ewlehî ji nû ve lê vegere û jiyan ji nû ve geş be.”
BANGA SERHILDANÊ
Şêx Salih goitnên xwe wiha domand: "Em hêvî dikin ku êlên Ereb û rûspiyên li herêmên di bin kontrola dagirkeriya Tirk de bibin yek û li hemberî dagirkeriyê û çeteyên wê serî hildin. Ji ber ku ew ax axa me û çete lê ne, lew ra em banga serhildanê û derxistina dagirkeriyê dikin."
`HEVGIRTIN JI BO RIZGARKIRINA HERÊMÊ GIRÎNG E`
Şêx Salih gotinên xwe wiha bi dawî kir: “QSD`ê nûnertiya me dike. Ew ji ciwanên herêmê û ciwanên êlên herêmê pêk tê. Ji ber ku hêza tekane ye ku herêmê parast û rizgar kir. Em banga hevgirtinê bi QSD`ê re dikin da ku herêmên dagirkirî ji dagirkirinê rizgar bikin.”
(şx)
ANHA