QSD`ê êrîşa çeteyan li Eyn Îsa û Çelebî têk birin

Şevanên QSD`ê êrîşên çeteyên artêşa Tirk a dagirker li ser Eyn Îsa û xeta Çelebî şikandin û di encamê de gelekî kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. 

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ber êvarê, êrîşî xeta Eyn Îsa û navçeya Çelebî kirin. Şervanên QSD`ê êrîşa çeteyan şikandin.

Li aliyê Çelebiyê, şervanên QSD`ê li konvoyekî çeteyên artêşa Tirk a dagirker xistin. Di encamê de, panzêrekî çeteyan bi temamî hate teqandin û yekê jî derbe xwar.

Li gundên derdora navçeya Çelebî şer di navbera QSD û çeteyên artêşa dagirker de, dewam dike.  

Di van şeran de, gelekî kuştî birîndarên çeteyan hene.

Balkêş e ku li herêma Çelebî navenda Koalîsyona Navneteweyî li gundê Xerab Işk heye, lê tevî ku çeteyan sivîl revandin, koalîsyonê tu bertek nîşan nedan.

(kc)

ANHA


Mijarên Din