QSD‘ê êrîşa li ser gundewarê Girê Spî şikand: 7 çete hatin kuştin

Şervanên QSD‘ê êrîşa çeteyên dagirkeriya Tirk a li ser gundê Kendalê yê rojavayê Girê Spî şikandin. Di encamê de 7 çete hatin kuştin.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker duh derengî şevê êrîşî gundê Kendalê gundewarê rojavayê bajarê Girê Spî kirin. Li ser bersivdayîna şervanan şerek rû da.

Şer heta serê sibehê dewam kir. Di encamê de 7 çete hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn.

ANHA

 


Mijarên Din