​​​​​​​Qubeyên axî mîrasekî çandî û kevnar e

Şaristaniya li Sûriyê bi mîrasekî çandî û kevnar ê balkêş dagirtî ye. Yek ji nîşanên vê şartistaniyê jî ku ji berê ve û heta niha cihên niştecihbûna mirovan in, malên axî ne. Qubeyên axî ku li herêmên cuda yên Sûriyê tên dîtin, xweşikbûna xwe parastî ye û dîroka xwe ji her kesê dibînê re vedibêje.

Li gundewarên rojava başûrê bajarê Minbicê ku 27 km dûrî navenda bajêr in, malên axî yên kevnar li gundên Muhterêq, Erîme, Ewseclî, Rêhaniyê (Merûh) û li gundên din ku girêdayî mîrasê xwe yê avakirina malên kevin mane ku temenê wan nêzî 100 sal e, bala mirovan dikşîne.

ÇIMA MIROVÊN BERÊ DI QUBEYÊN AXÎ DE BI CIH DIBÛN?

Mirovê berê di gelek qonaxên dîrokê de li malên cihêreng wekî şikeftan di serdema kevirî de, malên axî, konên li çolistanan bi cih bû. Di dema me ya niha de jî li avahiyên nûjen ên ji çemento û hesin bi cih dibe.

Jiyana mirovan di her serdemekê de li gorî şert û mercên jiyanî, hawîrdor û cografyayê cuda dibe. Hin serdem û şaristaniyên çandî û kevnar ji berê ve û heta niha, bi şûnwarên xwe hebûna xwe parastiye.

Gund bi avakirina qubeyan navdar bûn, ji ber ku stûn û madeyên sereke yên din ên avahî lêkirinê peyda nedibûn. Ji lewra şêniyên gundan di malên axî de bi cih dibûn. Da ku ji ava baranê biparêzin jî, malên xwe bi rengê gubeyên gilover ava dikirin.

Apê Mihemed Ereb (95) ê ji şêniyên gundê Rêhaniyê (Merûh) ê gundewarên rojavayê Minbicê, wiha dibêje: "Me malên xwe bi rengê qubeyên gilover ava dikir, da ku di Zivistanê de ava baranê nekeve hundir xaniyan. Ji ber ku di malên çaroşeyî de, ava baranê derbasî hundirê xanî dibe. Wê demê ji bo girtina serê xaniyan wekî dema ya niha torên neylon, çemento û hesin tune bû."

HEVKARÎ BINGEHÊ KARÊN WÊ SERDEMÊ BÛ

Heta salên dirêj, qubeyên axî cihekî herî guncew ê bicihbûna şêniyên gundan bûn. Madeyên pêwîst ji bo avahî lêkirinê ax, av û kayê bûn û li cem hemû şêniyan peyda dibûn.

Avakirina qubeyan 6 rojan berdewam dikir û demsalên havîn û buharê demên herî guncew ên avakirinê bûn. Di demsalên payîz û zivistanê de avakirin ne guncew bû, ji ber ku guhertina hewayê û barîna baranê nedihişt avahî zuha bibin û xeteriya ku zû hilweşin zêde dikir.

Şêniyên gund ji bo avakirina qubeyan kom dibûn û her yekî karek dikir. Hinekan madeyên destpêkê wekî axê amade dikir, hinekan jî ew ax qut dikir, yên din jî kar di nava xwe de dabeş dikir û her yek bi erkekê radibû.

Apê Mihemed li ser vê yekê wiha dibêje: "Di demên avakirina qubeyên axî de, bereket û xweşiya kar hebû. Şêniyan jiyaneke hevbeş a xweş derbas dikir, her tişt xwezayî bû. Lê niha tişekî xwezayî, berket, xweşî û hevkarî nemaye."

JI BER ŞARISTANÎBÛNÊ Û NÛJENKIRINA AVAHIYAN MIROV ÊDÎ DI QUBEYAN DE BI CIH NABIN

Ji ber peydabûna çemento, hesin û madeyên lêkirina avahiyên ên din, mirovan dev ji bicihbûna di qubeyan û malên axî de berde û li avahiyan ji gelek qatan, koşk û malên çemento yên cihêreng de bi cih bûn. Malên axî jî tenê li gundan bi rêjeyeke kêm wekî cihê niştecihbûna mirovan û mîrasekî çandî û kevnar man.

Apê Mihemed diyar kir ku wan gele odeyên bi qube ji axê ava dikir ku ji wan odeyên rûniştinê, xwarinçêkirinê û yên din wekî depo bi kar tanîn ji ber ku pileya germahiyê di havîn û zivistanê de ji bo parastina madeyên xwarinê guncew bû. Her wiha ji bo xwedîkirina lawiran û kayê dihatin bikaranîn.

QUBEYÊN AXÎ MÎRASEKÎ ÇANDÎ Û ŞARISTANÎ YE

Qubeyên axî li piranî gundên Minbicê tên dîtin. Hin şêniyên gundan parastina wan qubeyan dikin da ku wekî mîrasekî dîrokî û çandî bimînin. Lewra da ku helneweşin û xweşikbûna xwe wenda nekin,  hin şêniyan qubeyên xwe bi çemento restore kirine.

Apê Mihemed heta niha û tevî ku maleke nûjen ava kiriye jî, hez dike ku di qubeyan de rûne, ji ber ku dîroka wan a kevnar ku nikarin ji bîr bikin temsîl dike.

Di serdemeke ji serdemê dîrokê de, malên axî ji bo mirovan cihekî niştecihbûnê yê bi ewle bû ku wan ji seqemê, gerrmahiyê û ava baranê diparêze. Lewra em dibînin ku kesên di wê serdemê de jiyane, heta roja me ya îro girêdayî malên axî ne, ji ber ku ji wan re cihekî herî bi ewle bû û tê de rojên zaroktî û ciwantiya xwe derbas kirin.

(cx)


Mijarên Din