Qurbaniyên teqîna Tirbespiyê koçberên ji Helebê ne

Di encama teqîna duh li navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, 3`ê zarokan jiyana xwe ji dest dan. Zarokên ku jiyana xwe ji dest dane, koçberên ji bajarê Helebê ne û temenê mezinê wan 11 salî ye.

Di saetên derengiya şeva Çerşemê de, Hêzên Ewlehiya Hundirîn nasnameya her sê zaroknên di encama teqînê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kirin. Li gorî Hêzên Ewlehiya Hundirîn navên zarokan wiha ne: Îbrahîm Hisên El-Hemûd(11) û Ebdullah Hisên El-Hemûd(9) birayê hev in û kurê xalê wan Musa El-Abdullah(8) ye ku ji bajarê Helebê ne.

Ji ber şerê di salên dawîn de yê navbera komên çeteyan ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin û rejîma Sûriyê rû da, malbata zarokên ku jiyana xwe ji dest dane, ji Helebê koç kirin û li navçeya Tirbespiyê bi cih bûn.

Ajansa Emaq diyar kir ku teqîna duh li navçeya Tirbespiyê rû da, çeteyên DAIŞ`ê pêk anîn.

Di demên dawîn de piştî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî li herêmên herêma Cizîrê, rastî gelek teqînan hatiye û çavdêr dibînin ku gefên Tirkiyê şaneyên çeteyan zindî kirin. 

Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê di 7`ê Tebaxê de bi daxuyaniyekê teqînên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikine armanc, şermezar kir. Meclisê diyar kir ku teqînên wiha bi gefên dewleta Tirkiyê û komkirina hêzên xwe li ser sînor re pêk hatine û ev jî bi armanca dagirkirina hêrêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Duh erebeyeke bombebarkirî di saet 11`an de li navçeya Tirbespiyê hate teqandin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din