Qutkirina rêyan ji aliyê dagirkeriya ve bû sedema aloziya buhabûnê li Reqayê

Şêniyên bajarê Reqayê ji ber bilindbûna nirxên madeyên xwarinê azaran dikşînin. Ev pirsgirêk piştî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakurê Rojhilatê Sûriyê û qutkirina rêyan ji aliyê dagirkeryê û çeteyên wê li ser herêmê derket.

Li Reqayê pirsgirêka bilindbûna nirxên madeyên xwarin heye. Gelek şênî di dabîkirina pêwîstiyên xwe yên rojane zehmetiyan dikşînin û di metirsiyê de ne ku ev pirsgirêk dewam bike heger êrîşên neyên sekinandin.

Şêniyên Reqayê serdema dagirkirina DAIŞ‘ê girêdayî wê rewşa jiyanî li herêmê bi bîr xistin û diyar kirin ku di wê demê  çeteyan ambargoyeke li ser bajêr ferz kiribûn û hemû rêyên bazirganiyê birîn bûn, di encamê vê yekê de piraniya madeyên sereke tinebûn, taybet derman û şîrên zarokan.

Jina bi navê Xedîce Mihemed a ji bajarê Reqayê behsa zehmetiyên dabînkirina pariya xwarina zarokên xwe dike, nemaze piştî rûdana pirsgirêka buhabûnê.

Xedîce anî ziman ku beriya êrîşan rewşa wan a jiyanî ne xira bû, di peydakirina pêwîstiyan de zehmetî ne dikişandin. Xedîce diyar kir ku beriya êrîşan her tişt di bazarên herêmî de peyda dibûn û buhayê wê ji bo piraniya malbatan re guncaw bû.

Xedîce îşaret bi vê yekê kir ku ew metirsîdar in ku êrîşên Tirkiyê berdewam bikin û rewşa jiyanî girantir bibe.

Welatiyê bi navê Xelîl El-Casim jî ku ajokarê konvoya veguhestina madeyan e ji ber qutbûna rêyan giliyên xwe anî ziman û got, ev tenê ev kar rizqî wî ye, ji bilî wê buhabûna madeyan ne li gorî hêza wan e. Xelîl her wiha diyar kir ku ji piştî êrîşan ve û qutkirina rêyan karê piraniya ajokaran rawestiya.

 Şêniyên Reqayê hişyarî dan ku heger êrîşên Tirkiyê li ser Bakur û Rojilatê Sûriyê û qutkirina rêyên bazirganiyê dewam bike dê kareseteke rû bide. Şêniyan gotin ew niha pêwîstiyên xwe ji embarên bazirganan peyda dikin û dê demeke nêzî de xilas bibe.

ANHA


Mijarên Din