Radyoya Dengê Rojava: Em ê bibin dengê gel û şoreşê

Rêveberiya Radyoya Dengê Rojava têkildarî salvegera 7’emîn a damezirandina radyoyê got "Bi ruhê berxwedana azadî û demokrasiya gelan, em ê li ser şopa heqîqetê û azadiyê bibin dengê gel û şoreşê."

Rêveberiya Radyoya Dengê Rojava bi boneya salvegera 7‘emîn a damezirandina radyoyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hemû şehîdên çapemeniya azad hatin bibîranîn û soza şopandina heqîqetê hate dayîn.

Daxuyanî wiha ye:

"Yek ji gavên girîng di çapemaniya Rojava de û bi taybet a leşkerî de, Radyoya Rojava ku di 1’ê Nîsana 2013’an de li çiyayê Qereçoxê kete weşanê. 7 sal e ku Rojava-herêmên bakurê Sûriyê di dîrokeke tijî berxwedan û serkeftinên binirx re derbas bû. Radyoya Rojava jî şopdarê vê şoreşê bû û li gel pêşketinên leşkerî, siyasî û qada civakî para xwe di eşkerekirina rastiyê de hebû. Di rewşên zehmet de xwe gihandina hemû pêkhateyên herêmê û şiyariya civakî li hemberî dijminên dîrokî yên gelê bindest û azadîxwaz yek ji hedefên sereke yên xeta weşangeriya radyoya me bû.

Tevî êriş û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çapemeniya Kurdî li her deverê cîhanê, bela xwe bi her cureyên binpêkirinê ji radyoya me berneda û di dawî de jî bi belafirên xwe yên şer di 25’ê Nîsana 2017’an de li çiyayê Qereçoxê bombebaran kir. Di encamê de binesaziyên çiyayê Qereçoxê hilweşiyan ku yek ji wan avahiya jî Radyoya Rojava bû. Tevî van êrîşan di 10’ê Îlona 2018’an de careke din Dengê Rojava weşana xwe bi derfetên mezintirîn û berfirehtir li Rojava û herêmên bakurê Sûriyê li qadeke berfireh belav kir. Îro jî bi derbasbûna sala 8’an careke din îspat dibe ku bi ruhê şehîdên şoreşê û germahiya berxwedana gelê me yên welatparêz, careke din em li ser piya ne û weşana me li qadeke berfireh belav dibe.

Bi ruhê şehîdên şoreşê û li ser xeta şehîdên çapemeniya azad di şexsê Xerîb, Rêwan, Heqî, Canşêr, Fîraz, Mezlûm, Keder, Arîn û bi ruhê berxwedana azadî û demokrasiya gelan, em ê li ser şopa heqîqetê û azadiyê, em ê bibin dengê gel û şoreşê.

Em 7’emîn salvegera damezirandina radyoya Rojava li rêber Apo, şehîdên şoreşê, gelê me yê welatparêz û hemû guhdarên xwe pîroz dikin. Bi hêviya rojên azad, serkeftinê di sala nû de dixwazin."

ANHA


Mijarên Din