Ragihandina hikumeta demkî hat taloqkirin

Dezgehên çapemeniyê yên Sûdanê îro ragihand ku ragihandina avakirina hikumeta demkî ku divê îro hatiba ragihandin, piştî nakokiyên bi Deklarasyona Azadî û Guhartinê re hat taloqkirin.

Rojnameya El-Intîbahe ya Sûdanê li ser zimanê rayedarên payebilind diyar kir ku ragihandina avakirina hikumeta demkî ji bo şêwirmendiyê û pêngavên qanûnî yên di belgeya siyasî de ne, hat taloqkirin.

Rojnameyê got hêzên Deklarasyona Azadî û Guhartinê, hin binpêkirin kirine, wan navên wezaretan rasterast dane serokwezîr, bêyî ku şêwira pêkhateya leşkerî bikin.

(bx)


Mijarên Din