‘Rakirina pirtûkxaneya Ocalan bêçarebûna Tirkiyê îsbat dike’

Googleyê piştî doza ku Tirkiyê vekiriye, pirtûkxaneya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser sepana Google Playê rakir. Ji ber wê şêniyên Til Hemîs û Til Birakê girteka Googleyê şermezar kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide rê li pêşiya belavbûna fikrên Ocalan bigire.

Dewleta Tirk li gel tecrîda girankirî hewl dide bi hemû rêbazan ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji holê rake. Herî dawî ji bo rakirina pirtûkxaneya Ocalan li dijî Googleyê dozek vekir.

Şêniyên her du navçeyên Til Hemîs û Til Birakê rakirina pirtûkxaneya dijîtal a Ocalan ji Google Playê şermezar kir  û diyar kir ku "Ev girtekeke faşîst a ji aliyê şîrketa Googleyê ve, beriya vê dîsa li ser daxwaza Tirkiyê pirtûkxaneya bideng a Ocalan rakiribû."

‘Fikrên rêberê neteweyî yên tevahiya gelan in’                               

Şêniyê bi navê Xesan El-Abdullah ji navçeya Til Hemîsê ye ji ajansa me re got: "Girteka dawîn der heqê fêlezof û ronkabîr Ocalan de girtekek faşîst e. Bila tu carî nefikirin ku kesayetên leheng ku navê wan di dîrokî de mayînde bûye bi rêya malperên înternetê navdar bûn."

El-Abdullah destnîşan kir ku hewldanên Tirkiye di dûrxistina Ocalan û fikrên wî de bi rêya tecrîdê têk çûn û her wiha dê hewldanên wê yên dawîn di sîlkirina pirtûkxaneya Ocalan de ji enternêtê têk biçin. Ji ber ku fikrên rêberê neteweyî û cîhanî yên tevahiya gelan e ne ku yê gelekî ye. Ji kevn ve gelan ji bo azadiya xwe tê dikoşin û di fikrên Ocalan de ew tişt dîtin.

‘Em hemû li Rojhilata Navîn şopdarên fikrên Ocalan in’

Şêniya bi navê Norman Hisên ji şêniyên navçeya Til Birakê ye destnîşan kir ku Googleyê li ser daxwaza Tikriyê pirtûkxaneya Ocalan li ser malpera xwe sîl kir. Norman diyar kir ku Tirkiye bi xwe gotiye tevî tecrîdê lê nikarî fikrên Ocalan bitepsînin û wiha domand: "Em niha di sala 2019`an de, em hemû li Rojhilata Navîn şopdarên fikrên Ocalan in."

Di berdewama gotinên xwe de Norman Hisên bal kişand ku ne ji fikrên Ocalan bana, wê gel bindest û girêdayî dîktetoriyê ba. Norman diyar kir ku jin bi saya fikrên Ocalan rizgar bûn û roleke mezin di civakê de dilîzin.

Şêniyên bi navê Eymen Silêman ê ji navçeya Til Hemîsê girteka Googleyê şermezar kir û got, Ocalan dîl hatiye girtin, lê fikrên wî azad in. Her wiha destnîşan kir ku beriya naskirina fikrên Ocalan di bin bandora zihniyeta kapîtalîzmê û dîktetoriyê de bûn.

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Ibrahîm El-Salih ê ji navçeya Til Birakê wiha got: " Sedem çi dibe bila bibe ne ji mafê Tirkiye ye ku çand an jî nasnameya gelekî biçewsîne yan jî pirtûkxaneya Ocalan ji Googleyê rake."

El-Salih destnîşan kir ku Tirkiye bi armanca çewisandina nasnameya gelên Kurd û Ereb wisa dike, ji ber ku Ocalan ne tenê ronekbîrekî Kurd bû lê belê banga yekitiya tevahiya pêkhateyan kir."

(şx)

ANHA


Mijarên Din