Ramanê Ocalan mijara semînerekê bû

Yekîtiya Rewşenban a Herêma Cizîrê ya şaxê Qamişlo ji bo balê bikşîne ser şîroveyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo vedîtina çareseriyan ji dozên Rojhilata Navîn re semînerek bi navnîşan `Berhemên fikrî û pirtûkên Abdullah Ocalan` da.

Semîner li ser dika Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo li dar ket. Rewşenbîrên Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê, Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, nûnerên partiyên siyasî, rojnamevan, berdevkê fermî yê MSD`ê Emced Osman, hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso û hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Mihemed di semînerê de amade bûn. Semîner ji hêla nivîskar Aras Kardox ve hate dayîn.

Di semînerê de hindek berhemên fikrî yên Ocalan, perspektivên wî, dayîna nexşerêya bidawîkirina pirsgirêk û nakokiyên Rojhilata Navîn bi giştî û Kurdistanê bi taybet hatin şîrove kirin. Her wiha hate destnîşankirin ku  projeya neteweya demokratîk a ku Ocalan pêşkêş kiriye, cewhera çareserkirina pirsgirêkên herêmê ye. Eger mîna ku Ocalan di pirtûkên xwe de xêz kiriye pêk werin.

Her wiha pêşbiniyên Ocalan der barê rewşa Sûryê

Di semînerê de pêşbiniyê Ocalan der barê aloziya Sûriyê û destwerdana leşkerî û siyasî ji aliyê welatên derve hatin destnîşankirin.

Di dawiya semînerê de deriyê nîqaşê li pêşberî beşdaran hate vekirin. Beşdaran diyar kirin ku perspektîvên Ocalan û projeya neteweya demokratîk dikarin aloziyên Rojhilata Navîn çareser bikin û bingehên demokrasiyê deynin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din