‘Ramanên Ocalan berhem girt‘

Nûnerê Partiya Muhafizkarên Demokratîk Ferec Îbrahîm El-Hemûd tekez kir ku ramanên Ocalan herêm ji mejiyê cemidî ku rihê ezezitiyê ew kontrol kirbû veguherand mejiyê demokratîk û azad.

Nûnerê Partiya Muhafizkarên Demokratîk li navçeya Til Hemîs Ferec Îbrahîm El-Hemûd da zanîn ku ew wek Partiya Muhafizkarên Demokratîk bi Rêber Ocalan serbilind in û wiha got: "Em ji cîhan û gelê Sûriyê re dibêjin ku eger bi pêşengtiya ramanên Netewa Demokratîk a Rêber Ocalan pêşinyar kirî tevbigeriyana, dê aştî û hezkirin belav bibûya û em nedighiştin vê aloziyê."

Ferec El-Hemûd wiha got: "Bi saya lehengên QSD`ê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komên tarî hat rizgar kirin. Van hêzan li gorî têgeha Netewa Demorkatîk hezkirin, aştî û rihê biratiyê li vê herêmê belav kirin."

El-Hemûd tekez kir ku bi saya mejiyê ronî, bi dil pakî û fikrê avakar li ser bingeha Netewa Demokratîk karîn bigihin vê pêvajoyê. El- Hemûd got: “Eger hemû herêm û parêzgehên Sûriyê ev raman bikrana pêşeng, ew ê bi vî awayî xwîna gelê Sûriyê nerijiya."

Ferec Îbrahîm El-Hemûd îşaret pê kir ku girîng e tevahî cîhan bibîne ku avakirina QSD, YPG, YPJ, Senedîd, Sotoro û Asayîşê û serkeftinên wan berhemên ramanên Ocalan in. El- Hemûd wiha got: “Bila binêrin em çawa dijîn, em bi ewle, aştî e û hezkirin li herêmên ku QSD`ê rizgar kirin, dijîn. Tu cudahî di navbera ol û eşîran tine ye, bi pêşengtiya kesayetên serkêş mîna Ocalan em gihandin vê pêvajoyê."

Bi ramanên Rêber Ocalan ev herêm berhem girt

Nûnerê Partiya Muhafizkarên Demokratîk Ferec Îbrahîm El-Hemûd da xuyakirin ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan fikrên şaristanî ne, Ocalan mejiyê cemidî ku rihê ezezitiyê ew kontrol kirbû veguherand mejiyê demokratîk azad û wiha got: "Bi ramamên Rêber Ocalan ev herêm berhem girt."

(jo)

ANHA


Mijarên Din