NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Minbicê şer rû dide

Îran amadekariya bergiriyên pêkanînên nukleerê piştî 2 hefteyan dike

Roja yekşemê, serokê Meclisa Stratejîk a Têkiliyên Derve ya Wezareta Derve ya Îranê Kemal Xerazî teqez kir ku dê welatê wî piştî dema ku Tehranê ji endamên peymana nukleerê re ya pêkanîna sozên peymanê diyar kiriye, bergiriyên nukleerê yên nû piştî 2 hefteyan pêk bîne.

Daxuyaniyên Xerazî di dema pêşwazîkirina cîgirê wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Andrew Morrison de hat û wiha got: " Divê Ewropa bizane ku em di bergiriyên xwe yên nukleerê de ya dê pêk were piştî dema 60 rojî, cidî û rast in."

Xerazî îşaret pê kir ku cîgirê wezîrê karê derve yê Brîtanyayê Andrew Morrison hin mijarên dûbarekirî li ser pirsgirêkên ku der barê hevkariya di navbera kargehên Ewropî û Îranê de derdikevin de, nîqaş kirine.

Îran di demeke berê de balyozên Brîtanya, Fransa, Almanya, Çîn û Rûsyayê der barê biryara Meclisa Bilind a Ewlehiya Niştîmanî ya Îranê ya rawestandina pêkanîna hin sozan li gor peymana bernameya nulkeerê de agahdar kirine û dewletên Ewropî dema 60 rojî ya sepandina pêkanîna peymana nulkeerê da.

(fr)


Mijarên Din