Îranê bersiv da DYA’yê

Reutersê li ser zimanê rayedarekî payebilind ê Îranê ragihand ku heke Washington Muhafizên Şoreşê yên Îranê bixe lîsteya terorê, dibe ku Îran jî artêşa DYA’yê bixe lîsteya xwe ya terorê.

Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Polîtîkaya Derve ya Parlamentoya Îranê Haşmetullah Felahatpîşe bersiva raporên ku rojnameya Wall Street Journal weşandiye, da.

Rojnameya The Wall Street Journal duh ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) plan dike ku Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê bixe lîsteya rêxistinên terorîst, bi vê yekê jî dê gelek zextan li ser vê hêzê çêke.

Tê zanîn ku ev cara yekem e ku Washington bi awayekî fermî artêşa dewletekê dixe nava “komên terrorist”.

Haşmetullah Felahatpîşe bersiva biryara Amerîkayê da û li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: “Heke Muhafizên Şoreşê yên Îranê bikevin lîsteya komên terorîst a DYA’yê, em ê artêşa wî welatî li kêleka DAIŞ`ê bixin lîsteya reş a terorê.”

(eh)


Mijarên Din