Îranê cezayên DYA’yê yên nû şermezar kirin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îran Ebas Mosawî qedexeya DYA’yê ya nû ya li ser şîrketên petro-kîmyayê yên Îranê şermezar kir û ew wek “terora aborî” bi nav kir.

Ebas Mosawî der barê mijarê de ji ajansa Faris a Îranê re got ku ev tedbîra DYA’yê ya nû, berdewama gavên dijminatiyê ye ku Koşka Spî dijî gelê Îranê dimeşîne.

Mosawî got: "Tenê hefteyek ji sebrê re ma ku derewa banga serokê Amerîkayê ji dan û standinan bi Îranê re îsbat bibe."

Her wiha tekez kir ku siyaseta bikaranîna zextên giran "siyaseteke binkeftî ye", serokên berê yên vî welatî ew tecrube kir, ew jî rêyeke şaş e û divê hikumeta DYA’yê bizane ku bi vê siyasetê ew nagihîje armancên xwe.

Mosawî diyar kir ku bangên berpirsên DYA’yê ku derbasî dan û standinan bi Îranê re bibe, wekî “pêkenokan” in.

Her wiha diyar kir ku ev biryara ku DYA’yê daye, li dijî rêgez û formên têkilî û qanûnên navneteweyî ye, her wiha erkên navneteweyî ji vê sîstemê re ne û berpirsyariya xwe di aliyê navneteweyî de radike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê tekez kir ku hemû welat berpirsyariya standina helwestan li hember van binpêkirinên rêgezên qanûnên navneteweyî radikin, ji ber vê yekê ew nahêlin destkeftiyên civaka navneteweyî di aliyê pirrengiyê de birûxînin.

(jo)


Mijarên Din