Îran: Dan û standinên nefermî bi DYA`yê re hene

Wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulehiyan da zanîn ku welatê wî der barê bernameya nukleerî de, bi rêya navbeynkaran dan û standinê nefermî bi DYA`yê re kirine.

Ruxmî astengiyên di dosyaya nukleerî ya Îranê de, wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulehiyan got ku welatî wî têkildarî bernameya nukleerî bi rêya navbeynkariyan, dan û standinên nefermî bi DYA′yê re kirine. Ebdulehiyan ku ji rojnameya “Le Figaro” re axivî,  eşkere kir ku welatî wî li Viyannayê nîqaşên dirêj meşandine.

Ebdulehiyan destnîşan kir ku ew nêzî lihevkirinê bibûn, lê kesên beşdarî diyalogê bûne di van dan û standinan de gelek tişt xwestine, ji lew re astengî derketine.

Ebdulehiyan diyar kir ku têkiliyên dîplomatîk û dan û standin berdewam in û bal kişand ku koordînatorê dan û standinan ê YE′yê Enrique Mora tevî berpirsê dan û standinan ê Îranê Elî Baqirî Kenî peywendiyan dewam dikin û têkiliyên wan bi nûnerê YE′yê Josep Borrell re jî hene.

Ebdulehiyan da zanîn ku di navbera wan û amerîkiyan de bi rêya navbeynkarên ji herêmê û bi alîkariya ewropiyan, peyam û pêşniyarên xwe ji hev re dikin.

Têkildarî dosyaya Yemenê jî, Ebdulehiyan anî ziman ku dan û standinên li Yemenê bi pêş ketine û ji bo rawestandina şer û destpêkirina diyalogê, ew bi hemû aliyên Yemenê re ketine peywendiyê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller  jî beriya çend rojan bersiva daxuyaniyên Ebdulehiyan ên têkildarî pevguhartina peyamên neyekser ên der barê dan û standinanan de da û got ku wan bersiva tu dan û standinên dîplomatîk yan jî gotegotên li ser dan û standinên dîplomatîk nedaye.

(fr/c)


Mijarên Din