Îranê dîsa gef li Brîtanyayê xwar

Îranê ji nû ve gefên der barê Brîtanyayê de li ser girtina keştiya petrolê ya Îranê di hefteya borî de nû kirin û tekez kir ku dê bersivdayîn bi awayekî guncaw be.

Ajansa Tesnîm a berfermî li ser zimanê Desteya Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar a Îranê Mihemed Baqirî ragihand ku girtina Brîtanyayê ya keştiya petrolê ya Îranê li nêzî Cebel El-Tariq di hefteya borî de" Bê bersiv namîne".

Baqirî bi bîr xist: "Girtina keştiya petrolê ya Îranê ya li ser bihaneyên çêkirî... bê bersiv namîne ku di dema pêwîst de dê Tehran bersivê bi awayekî guncaw bide."

Hêzên Deryayî yên Brîtanyayê hilgerîn keştiya "Grace 1" a ku li peravên Cebel El-Tariq bû di roja pênşemê de û bi sedema binpêkirinên cezayên YE’yê ya veguhastina petrolê ji Sûriyê re, girt.

Di vê çarçoveyê de, Îranê balyozê Brîtanyayê vexwend Tehranê bi sedema girtina derqanûnî ya keştiya petrolê li gor ku Wezareta Karûbarên Derve ya Îranê bi nav kiriye.

Têkildarî mijarê, Îran daxwaza yekser a serbestberdana keştiyê kir, lê belê li rexê jî fermandarê Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê roja înê der barê girtina keştiya petrolê de ji hêla Brîtanyayê ve, gefa bersivdanê xwar.

(fr)


Mijarên Din