Îran: Erebistana Siûdî nakokiyan derdixe û xizmetî bejewendiyên Îsraîlê dike

Wezareta Karên Derve ya Îranê, Erebistana Siûdî bi derxistina nakokiyan li Rojhilata Navîn ku dikevin xizmeta berjewendiyên Îsralî, tawanbar kir. Wezaretê îdia kir ku tişta Erebistana Siûdî dike, berdewama rêça bêencam a DYA’yê ya li dijî Îranê ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Ebas Mosawî got: "Erebistana Siûdî nakokiyan di navbera dewletên îslamî û herêmê de derdixe ku Îsraîl vê dixwaze."

Ebas wiha lê zêde kir: "Em hewldanên Erebistana Siûdî yên dagirtina dengên dewletên cîran û erebî wek berdewama şopdariya bêarmanc a ku dikeve xizmeta DYA’yê û cihûyan a li dijî Komara Îslamî ya Îranê, dihesibînin."

Mosawî wiha domand: "Erebistana Siûdiyê meha Remezanê ya pîroz û Meke wek cihê pîroz şans girt ku berjewendiyên xwe yên siyasî û alava berêdana tawanan li ser zimanê hin beşdarên civînê li dijî Komara Îslamî ya Îranê pêk bîne."

Qralê Erebistana Siûdî Selman Bin Abdulezîz roja pêncşemê dewletên Kendavê piştî êrîş li ser keştiyên petrolê li peravên Îmaratê pêk hatin, vexwend komxebata li dijî kiryarên Îranê yên li herêmê. Li aliyekî dîtir jî êrîşên hêzên Hûsî yên nêzî Îranê yên li dijî Erebistana Siûdî  û ji nav jî êrîşa li ser xeta boriyên petrolê ya nêzî Riyadê bi firokeyên bêpîlot, zêde bûn.

Daxuyaniyên qral Selman Bin Abdulezîz bi destpêkirina lidarxistina Lûtkeya Kendavê û dûre Lûtkeya Erebî ya awarte li Mekeyê ku dewletên erebî û yên Kendavê tê de kom bûbûn, ji bilî Iraqê, hat ku piştevaniya Erebistana Siûdiyê bike.

(fr)


Mijarên Din