Îran û Fransayê girtî bi hev guhertin

Dozgeriya Îranê ragihand kû Tehran û Parîs li ser serbestberdana welatiyekî Fransî ku li Îranê girtiye û Îraniyek ku li Fransayê girtî ye li hev kirin.

Malpera girêdayî dozgeriya Îranê ragihand ku Fransayê endizyarê Îranê Celal Ruhallah Necad serbest berdan yê ji ber binpêkirinên cezayên li dijî Îranê ji aliyê Amerîkayê ve tê xwestin.

Her wiha diyar kir ku Îran jî welatiyekî feransî serbest berda bêyî ku navî wî eşkere bike.

Ajansên nûçeyan ên girêdayî Fransayê ragihand ku welatiyê fransî yê ku serbest hate berdan lêkolîner Roland Gabriel Marshall e, ku bi sûcê gefxwarinên ewlehiya neteweyî ya Îranê hatibû binçavkirin.

Ajansa Tesnîm destnîşan kir ku welatiyê fransî radestî sefaretxaneya Fransa ya li Tehranê hate kirin.

 


Mijarên Din