Îranê herêma Biradost topbaran kir: Welatiyek şehîd bû

Rejîma Îranê herêma Biradostê topbaran kir. Guleyeke topekê li ber malekê ket û ji heman malbatê kesek şehîd bû û 2 kes birîndar bûn.

Rojnewsê ragihand ku rejîma Îranê gundên Telan, Şikene û Male Mela yên herêma Biradost a ser bi Hewlêrê ve topbaran kirin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, li gundê Telan topek li ber malekê ket. Di encamê de ji heman malbatê sivîlek şehîd bû û 2 kes jî birîndar bûn.

Topbaran û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker jî li ser herêma Biradost berdewam dikin.


Mijarên Din