Îranê hevpeymana ku şer bi dewletên Kendavê re nekin, pêşniyar kir

Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Zerîf di civîneke çapemeniyê de bi hevkarê xwe yê Iraqê re tekez kir ku welatê wî, wê hevpeymanê pêşniyar dike.

Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Zerîf ku roja şemiyê gihaşt Bexdayê ji berpirsên Iraqê re tekez kir ku Îranê hevpeymana nukleerî binpê nekir.

Televîzyona Iraqê li ser zimanê Zerîf dema ku wezîrê karên derve yê Iraqê dît, wiha got: "Tevgera Amerîkayê der barê bikaranîna hêzê de, nakokiyê bi biryara Meclisa Ewlehiyê re çêdike." di demekê de ku DYA`ê amadekariyên leşkerî şandin Kendava Erebî.

Zerîf di civîna çapemeniyê de bi wezîrê karên derve yê Iraqê teqez kir ku welatê wî dixwaze têkiliyan bi hemû dewletên Kendavê re deyne û wiha got: "Me hevpeymana ku bi dewletên Kendavê yên cîran re nekevin şer, pêşniyar kir."

Di heman demê de Zerîf diyar kir ku ew ê bersiva hemû hewldanên şer, çi aborî dibe yan jî leşkerî dibe, ew ê bersiveke xurt bide.

Her wiha bang li dewletên ewropî kir, bi erkên xwe rabin û got: "Divê bixebite da ku parastina hevpeymana nukleerî bike."

Wezîrê karên derve yê Iraqê Mihemed Elî Hekîm jî ragihand ku welatê wî dê roleke navbeynkar di navbera Îran û DYA`ê de bilîze. Hekîm wiha got: "Em li pişt cîranên xwe Îranê disekinin û em ê di navbera wan de navbeynkar bin û texmîn kir ku dorpêça aborî li ser Îranê ne sûc e."

(jo)


Mijarên Din