Îran hewl dide Uranyum zêde bike, Trump: Îran bi agir dilîze

Piştî ku Îranê ragihand ku sînora depokirina Uranyum li gor peymana nukleerê ya ku bi hêzên cîhanê re di 2015’an de zêde kiriye, zêde bûye, îro serokê DYA’yê Donald Trump got ku Îran bi agir dilîze.

Li ser bersiva pirsa ku di şahiya li Koşka Spî çêbûye heke ji bo Îranê name heye yan na, Trump got tu name ji bo Îranê tune ne, lê belê Îranê dizane ku çi dike û ew bi "Agir dilîze".

Koşka Spî diyar kir ku Trump der barê zêdegaviyên Îranê ya derxistina Uranyuma ku li gor peymana nukleerê biçe ku sînora wê derbas kiriye, bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re axivî.

Koşka Spî tekez kir ku DYA’yê nahêla Îran çekên nukleerê pêş bixe. Ew jî piştî ku Îran ragihand ku asta hiştina derxistina Uranyum li gor peymana nukleerê derbas kiriye ya di 2015’an ku hatiye îmzekirin, hat.

Berdeva Koşka Spî Stephanie Gresham di daxuyaniya xwe de da zanîn ku dê fişarên herî tund li dijî rejîma Îranê pêk bên heta fermandarên wê rêbaz û rêçên xwe biguherin û her wiha jî DYA’yê û hevalbendên wê nahêlin Îran çekên nukleerê pêş bixe.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku şaştiyek bû ku di peymana nukleerê ya Îranê de ku Îran di kîjan radeyê de dibe bila bibe, Uranyumê derxe.

Stephanie Gresham wiha domand ku divê ji nû ve şertên kevn ên qedexekirina belavkirina nukleerê ferz bikin û ya ku nahêle Îran Uranyumê bi kar bîne.

Li aliyekî din jî Koşka Spî tekez kir dê  hemleya berdewamkirina fişarên tund li dijî Îranê  dibomîne, ji ber ku fermandar û rêveberên wê rêbazên danûstandinên xwe naguherin.

Di berdewama daxuyaniya Stephanie Gresham de ev tişt hat ku divê rejîma Îranê sînorekî ji berjewendiyên xwe yên nukleerê û rêbazên xwe yên bizar re deyne.

Roja duşemê, Îranê ragihand ku asta depokirina Uranyuma lawaz a li gor peymana nukleerê ya di 2015’an de hatiye îmzekirina derbas kiriye.

Girêdayî têkiliya Tehran û Washingtonê, têkiliyên herduyan gihaşt asteke xeternak bi rûxandina Îranê di 20’ê Hizêranê ya firokeya DYA’yê ya bêpîlot de. Di heman demê de Îranê got  firoke di azîmanî Îranê de bû, lê DYA’yê jî berovajî wê ragihand.

 (fr)


Mijarên Din