Îran hişyarî da Washington û hevparên wê

Îro Îranê hişyarî da ku dê berjewendiyên Washington û hevparên wê bişewitîne, ger ku gule ji aliyê wan ve hate avêtin.

Fermandarê hêzên çekdar ên Îranê El-Bû El-Fedil Şikarcî got: "Heke tu şaştiyek leşkerî ji Amerîka û hevalbendên wê li herêmê çêbibe, dê wekî destpêka şer be û dê Amerîkayê, berjewendiyê wê û hevalbedên wê yên li herêmê werin şewitandin."

Generalê Îranê destnîşan kir ku  Îran dê ne serkêşa tu şeran be, lê şaştiyeke biçûk jî  dijmin çêbike, dê rastî bersiveke tund were". Her wiha anî ziman ku rewşên herêmî û navdewletî li gorî berjewendiyên Îranê ye.

General Şikarcî dîsa tekez kir ku Îran hewldana bicihkirina aramî û ewlehiya li herêmê dike, berovajî  Amerîkayê ku gefan li ewlehiya herêmê dixwe.

Di vê derbarê de, serokê Hêzên Ezmanî yê El-Heres El-Sewrî yên Îranê Emîr Alî Hacî Zade got:"Îran piştî xistina balafira Amerîkeyî xwe serbilind hîs dike."

Her wiha fermandarê Hêzên Ezmanî yê Îranê bi daxuyaniyekê ji kenala El-Mesîra ya girêdayî Yemenê got:"Pêwîstiya Tehran bi çêkirina balafirên weke balafirên Amerîkayê tune ye, di çêkirina balafiran de em xwedî karîn in."

Têkildarî xistina balafira Amerîkayê li îmaratê Emîr Zade got:"Îmarat nexwedî serxwebûn e û ew beşek ji DAY`yê ye."

(eh/kc)

 


Mijarên Din