Îran: Hêzên me tu xeteriyê li ser dewletên herêmê çênake

Ajansa Reuters li ser zimanê Serokê Îranê Hesen Rohanî dema tev li toreneke leşkerî bû, ragihand ku hêzên leşkerî yên Îranê tu xeteriyê li ser dewletên herêmê çênake.

Li Tehranê toraneke leşkerî bi amadebûna Serokê Îranê Hesen Rohanî û fermandarên payebilind hate lidarxistin.

Di toranê de mûşek, alavên binav, erebeyên zirxî û sîstemên şer ên iliktorinî hatin pêşandan.

Rohanî ji dewletên herêmê re got hêzên leşkerî yên Komara Îranê ya Îslamî ne li dijî wan û berjewendiyên wan ên netewî ne û got: “ Em li dijî dagirkeran in û koka pirsgirêkên me,  sîstma Îsraîl, embiriyalî û Amerîka ne.”

DYA`yê bi awayekî fermî roja Duşemê Muhafizên Şoreşê yên Îranê xiste lîsteya rêxistinên terorîst.

Rohanî diyar kir ku pêngava Amerîkayê li dijî Muhafizên Şoreşê yên Îranê reşkirin e û got heqareta li dijî Muhafizên Şoreşê yên Îranê heqareta li dijî hemû hêzên leşkerî yên Îranê û heqareta li dijî  netewa Îranê ya mezin e.

(bx)


Mijarên Din