Îran hêzên xwe li ser sînorên herêma Kurdistanê kom dike

Çavkaniyên kurdî diyar kir ku herêm ji Gulana sala derbasbûyî ve rastî êrîş û topbarana Tirkiyê tê û pasdarên Îranê hêzên xwe nêzî sînorê herêma Başûrê Kurdistanê kom kirin. Ev jî îhtîmala hevpeymana di navbera Tirkiye û Îranê de ji bo kontrolkirina herêmê zêde dike.

Malpera Alsumaria News li ser zimanê çavkaniyên kurdî ragihand ku Îranê pasdarên xwe li ser sînorê xwe yê bi herêma Başûrê Kurdistanê re kom kirin. Ev jî nîşana amadekariyên êrîşa li gundên Kurdan ên li herêmê ye.

Çavkaniyan wiha da zanîn: "Hêzên girêdayî pasdarên Îranê di rojên dawîn de nêzî xaka herêma Kurdistanê kom dibin."

Her wiha got: "Pasdarên Îranê yên nû îhtîmala hebûna planên Îranê yên pêkanîna operasyonên leşkerî li hundirê gundên li ser sînorên herêmê zêde dike." 

Pasdarên Îranê jî amadekariyên xwe dikin, ji ber pêşbîn dikin ku dê navend an jî nuqteyên partiyên  Îranê li bajarokên Seydkan, Keleha Derza û herêmên din ên li ser sînorê Îranê topbaran bikin.

Komkirina pasdarên Îranê li ser sînorê herêma Başûrê Kurdistanê bi domdariya êrîşên Tirkiyê yên ji Gulana derbasbûyî ve li ser xaka herêmê, hatiye.

Berê jî Tirkiye û Îranê di dema referanduma herêma Başûrê Kurdistanê de, di Îlona 2017`an de li hev kir û her du aliyan tevî zagona navdewletî ku çarenûsa gel mîsoger dike, bergiriyên referandumê red kirin.

Tirkiye gundên Kurdan ên li herêmê topbaran dike û bi dehan sivîl  kirin qurbanî. Beramberî topbarana Tirkiyê jî hikumeta herêmê ku Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî bi rê ve dibin, bê deng e, her wiha Partiya Demokratîk a  Kurdistanê (PDK) serokatiya parlemanê jî dike.

Meha derbasbûyî Navenda Stratfor a îstîxbaratê ya  Amerîkayê got ji ber ku Tirkiyê hevkara PDK’ê ya aborî ye, xwedî cihekî taybet e, her wiha di navbera Enqere û PDK’ê de hevpeyman li ser esasê hedefkirina PKK’ê hene û got PDK dê dema êrîşkariya Tirkiyê ji Başûrê Kurdistanê re berdewam bike.

Di Tîrmeha derbasbûyî de Îranê bi balafirên bêpîlot û moşekan êrîşî nuqteyên opozîsyona Îranê ya çekdar kir û hikumeta herêmê got di encama topbaranê de welatiyekê jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

(eh)


Mijarên Din