Îran ji bo bidawîkirina nakokiyan li Kendavê amade ye!

Îro duşemê, Îranê ragihand ku ew pêşwaziya her kedekê dike da ku nakokiya li herêma Kendavê rake û amade ye bi dewletên cîran re di her demekê de diyalgoan pêk bîne.

Li gor ajansa Faris a Îranê, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Ebas Mosowî diyar kir ku ew kedên ku nakokiyên li herêmê kêm bikin, pêwaz dikin. Her wiha jî bi diyalogên dewletên cîran re di her demê de amade ne.

Mosowî wiha domand: "Komara Îslamê ya Îranê ji demeke berê de pêşwaziya diyalogên bi dewletên Kendavê re û bang li îmzekirina peymana qedexekirina dijmantiyê kir.”

Mosowî bal kişand ser ku pêkanînên Îranê yên parastina elektronîk pir bilind in û êrîşên DYA’yê tu bandorê lê nake. Ew jî piştî Washingtonê dest bi êrîşên elektronî li dijî pergala avêtina roket û torên sîxortiyê yên Îranê kir, hat.

Di vê çarçoveyê de wezîrê Têkilî û Teknolojiya Agahiyan yê Îranê di demeke berê de got êrîşên DYA’yê yên elektronî li dijî hedefên Îranê bi ser neketin.

(fr)


Mijarên Din