Îran ji bo pevguherandina girtiyan amade ye

Berdevkê hikumeta Îranê Elî Rebî îro diyar kir ku welatê wî ji bo pevguherandina girtiyan bi DYA`yê re amade ye.

Di demekê de ku zexta DYA’yê li ser Îranê zêde dibe, DYA`yê bi rêya ragihandina pevguherandina girtiyan, nerm dibe.

Malpera El-Xeber Online li ser zimanê Elî Rebî ragihand ku Îran ji bo pevguherandina girtiyan bi DYA`yê re amade ye. Elî Rebî wiha got: "Em ji bo pevguherandina girtiyên îranî û amerîkî amade ne." Her wiha destnîşan kir ku Washingoton bersiva xwesteka wan nedaye.

Elî Rebî wiha pê de çû: "Ji ber ewlehî û tenduristiya îraniyên di girtîgehan de bi tirs in. Em berpirsiyariya aramiya îraniyan li gel belavbûna Koronavîrusê dixin ser milê DYA’yê."

Malperê li ser zimanê Rebî ragihand ku pêwîstî ji bo navbeynkariya dewleteke sêyemîn di navbera Îran û DYA’yê de tune ye.

(bx)


Mijarên Din