Îranê keştiyeke din li Kendavê girt

Îro Hêzên Deryayî yên Îranê rawestandina keştiyeke biyanî li Deryaya Kendavê ragihand. Îranê keştiya biyanî bi tawana qaçaxçîtiya sotemeniyê girt. Di heman demê de 12 xebatkarên keştiyê yên fîlîpînî jî girtin.

Televîzyona Îranê li ser zimanê çavkaniyên fermî ragihand ku Hêzên Deryayî yên Îranê keştiya biyanî li ber benderên xwe rawestand. Keştiya biyanî 283 hezar û 900 lître sotemeniya qaçax bar kiribû.

Televîzyonê ragihand ku xebatkarên keştiyê hatin girtin û xebatkar bi eslê xwe ji Fîlîpînî ne, niha jî da ku wan radestî dadgeha cezayan bikin, der heqê wan de lêpirsîn hatiye vekirin.

Tê zanîn ku piştî Brîtanyayê keştiya Îranê ‘Grace 1’ ku niha bi navê ‘Adrian Darya 1’ tê naskirin, li Cebel Tariqê ku di bin serweriya Brîtanyayê de ye, girtibû, Îranê jî keştiya Brîtanyayê ‘Stina Ambro’ di 19`ê Tîrmehê de girtibû.

Di encama girtina keştiyan de alozî li Tengava Hurmizê derket. Di Tengava Hurmizê re 5 qat petrola cîhanê derbas dibe û rojane zêdetirî 17.4 milyon bermîl derbas dibe.

(eh)


Mijarên Din