'Îran, siyasetên xwe yên derve bi rêya komên xwe yên li Iraqê pêk tîne'

Li gorî lêkolînên Iraqê û hin dewletên rojavayî, Îran komên girêdayî xwe li Iraqê ji bo pêkanîna siyasetên yên berfirehkirinê li Iraq, Sûriyê û dewletên herêmê bikar tîne.

Îran, bi rêya komên girêdayî xwe yên li Iraqê, rêya bejahî ji Iraqê ber bi Sûriyê û Lubnan ve misoger dike. 

Li gorî vê planê, ev kom ji rojavayê parêzgeha Enbarê dest bi operasyonan dike, bi vê yekê çek û moşekan ku ji wan ên Balîstîkî ne derbasî Sûriye dike, rêyeke bazirganiyê ne rewa, leşker û sotemeniyê peyda dike.

Ev operasyon komên Hizbullah Lîwaa 45 û Lîwaa El-Tifûf ku Qasim Mislih ê lîwaa 13 fermandarê wê ye, bi rê ve dibe.

Tevgerên Îranê yên derbasî Sûriye, Lubanê yan jî derbasî Iraqê dibin ji aliyê gumrika Iraqê ve nayên kontrolkirin.

Rêya bejahiyê ji rêya sînorê li parêzgeha başûr û naverasta Iraqê ya li hemberî Îranê dest pê dike, her wiha li navçeya Cersexra ya bakurê Babilê çek û moşekan têne  depokirin. Babil navenda operasyonên Hizbulleh a Lubanê-Iraqî, Pasdarên Şoreşger ên Îranê û hêzên Basîc ên Îranê ye.

(eh)


Mijarên Din