'Rapora NY'yê ne bes e, divê beriya çeteyan hesab ji dewleta Tirk were xwestin'

Koçberên ji Serêkaniyê û Efrînê destnîşan kirin ku rapora NY'yê li beramberî sûcên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlan pêk tînin, kêm e û gotin divê dewleta Tirk beriya çeteyan were cezakirin.

Komîteya Lêpirsînê ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî raporek têkildarî sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên Sûriyê belav kir. Rapor ji aliyê şêniyên Serêkaniyê û Efrînê ve yên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ji warê xwe koçber bûne ve hate rexnekirin. Koçber diyar dikin ku rapor li beramberî sûcên ku rojane li dijî şêniyan têne kirin kêm e. Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe, rastiya sûcên rojane yên dewleta Tirk û çeteyên wê bibîne.

Derbarê raporê de şêniyên Efrîn û Serêkaniyê yên ku ji warê xwe hatine koçberkirin nêrînên xwe parve kirin.

'RAROR TÊRÊ NAKE'

Abdulqadir Mistefa yê ji Serêkaniyê destnîşan kir ku rapora Neteweyên Yekbûyî ya li ser binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê ne bes e û diyar kir "Di raporê de raste rast behsa binpêkirinên rojane yên ku li bajêr têne kirin, nehat kirin, tenê qala hin binpêkirinên ku li bajar çêdibin, kir."

'LI SERÊKANIYÊ ROJANE BINPÊKIRIN TÊNE KIRIN, NY'Ê BI ERKA XWE RANABE'

Mistefa da zanîn ku li dijî  êniyên li bajar û gundan rojane binpêkirinên têne kirin, mal û milkên sivîlan têne talankirin û desteserkirin, lê Neteweyên Yekbûyî li hemberî van binpêkirinên bi erkê xwe ranabe.

'Tirkiyê çete derbasî herêmên me kirin, divê were cezakirin'

Mistefa îşaret pê kir ku di rêya dagirkeriya Tirk de komên çete derbasî Serêkaniyê bûn û Tirkiyê ji sûcên ku çete pêk tînin berpirsyar e, lewra divê dewleta Tirk beriya çeteyên xwe were cezakirin.

Ebdulqadir Mistefa bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku derbasî herêmê bibe û binpêkirinên ku li herêmên dagirkirî têne kirin eşkere bike û wiha pê de çû: "Neteweyên Yekbûyî agahiyên rapora xwe dispêre kesan û gotinan, divê ew bi xwe binpêkirinên li ser erdê têne kirin bişopîne û eşkere bike."

'DIVÊ HESAB JI TIRKIYÊ BÊ XWESTIN'

Ebdulqadir Mistefa di dawiya axaftina xwe de bang li Neteweyên Yebkûyî kir ku hesabê ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bixwaze ji ber sûcên ku pêk tîne.

Jina bi navê Ferîda Mistefa a ji bajarê Efrînê diyar kir ku sûcên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li bajarê Efrînê pêk tînin, sûcên rojane ne li dijî sivîlan, xweza û şûnwaran e.

'MA DARÊN ZEYTÛNAN Û ŞÛNWARÊN EFRÎNÊ DIJMINÊ DAGIRKERIYA TIRK BÛN'

Ferîda got ku heke şêniyên Efrînê guneh kiribûn, ma çi gunehê darên zeytûnan e ku werin qutkirin û çi gunehê şûnwarên bedew ên bajar in ku werin xirabkirin û talankirin? û wiha diyar kir, "Temenê darên zeytûnan zêdeyî 300 sal derbas dike, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê qut dike, ma ev ne guneh e?"

Ferîda Mistefa bal kişand ser sûcên rojane yên li dijî sivîlan û got: "Jin têne revandin, bi dehan jin di girtîgehên çeteyan de ne. Her wiha ciwan têne revandin û ji bo serbestberdana wan fidye tê xwestin. Binpêkirin rojane ne, nayên jimartin."

'RAPORA NY'YÊ DÛRÎ BINPÊKIRINÊN ROJANE YE'

Ferîda di berdewama axaftina xwe de got: "Heke Neteweyên Yekbûyî ji rapora xwe razî be bila were herêmê û rapora xwe bîne beramberî binpêkirinên rojan yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê."

'DIVÊ EWROPA Û NY'YÊ HESAB JI TIRKIYÊ Û ALÎGIRÊN WÊ BIXWAZIN'

Ferîda Mistefa di dawiya axaftina xwe de bang li Neteweyên Yekbûyî û dewletên Ewropayê kir ku hesab ji Tirkiyê û hemû dewletên ku di êrişa li ser Efrînê de desteka çek dane wê bixwaze.

Jina bi navê Medîne Mihemed rapora komîteya lêpirsînê nirxand kir û got: "Ev raporek gaveke baş e, lê ne bes e, ji ber raporek beşek gelek biçûk a binpêkirin û sûcên dewleta Tirk ji talankirin, dizî û şewitandina dikanan ên li Serêkaniyê têne kirin destnîşan dike. Rapor xaleke biçûk di deryayeke sûcan de ye."

Medîna Mihemed banga derxistina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ji herêmên dagirkirî kir da ku koçber vegerin malên xwe û got: "Dixwazim di mala xwe de bimirim."

'RAPOR BEHSA HINEK SÛCAN DIKE'

Enter Ezîz ji gundewarê Serêkaniyê diyar kir ku rapora NY'yê kêm e, ji ber tenê beşek biçûk a sûcan belge kiriye û got: "Sûcên ku dewleta Tirk dike, pir in, di her saniyekê de, her saetekê de sûcan pêk tîne, cîhan tevda van sûcan dibîne, hewce bi axaftinê nîne."

Ezîz mînakek ji van sûcan parve kir û got: "Li gundê me, erdê min birin, niha diçînin û hemû milkên min dizîn."

Ezîz di dawiya axaftina xwe de got, divê Tirkiyê li pêşiya dadgeha navnetewî û li pêşiya çavê cîhanê were cezakirin.

ANHA


Mijarên Din