Raporek navneteweyî: Li Yemenê ji 2013’an ve  7550 zarok hatine kuştin

Li gorî rapora sekreterê giştî yê rêxistina navdewletî, di encama şerê nexweyî yê  Yemenê de ji destpêka Tebaxa 2013`yan ve 7 hezar û 550 zarok hatine kuştin.

Li gorî rapora sekreterê giştî yê rêxistina navdewletî Antonio Guterich ku duh weşandiye, ev halet ji 11 hezar û 779 helatên binpêkirina mafên zarokan e ku NY`î li Yemenê di wê demê de belge kiriye. Antonio Guterich texmîn kir ku rewşa rastîn ji vê dijawrtir e.

Di raporê de berpirsyariya leşkerkirina 3 hezar û 34 zarokan xiste stûyê aliyên nakokiyê, di nav de hezar û 940 li rex Husiyan şer kirine, 247 din li rex hêzên Yemenê şer kirine û 340 dîlhatine girtin.

Her wiha haletên hedefgirtina dibistan û nexweşiyan li Yemenê hîna bilind in û gihaştine 381 haletên hedefgirtinê. Di encama 345 haletan de avahiya ku hatiye hedefgirtin bi temamî wêra bûye. Her wiha di raporê de metirsiyên girêdayî bikaranîna 258 dibistanan ji bo karên leşkerî re hatin bi bîrxistin.

Nûnera taybet a sekreterê giştî yê têkildarî rewşa zarokan di şerên çekdarî de Virginia Gamba hişyarî ji ber ku azarên zarokên Yemenê di vê demê de mezin bûne da û gihaştine astek gelek bi tirs. Tevî ku aliyên nakok hindek girtekên erênî girtine.

Berpirsa navneteweyî bang li aliyên nakok û her kesê bi bandor kir ku girîngî bidin hewldanên aştiyê û bi awayekî çalak tev li danpûstanên ku niha pêk tên bibin bi taybet ji bo çareserkirina aloziyê.

Li Yemenê ji sala 2015`an ve şerek demdirêj di navbera hêzên Husî bi desteka Îranê û artêşa Yemenê bi desteka koalîsyona Erebî bi serkêşiya Siûdiye, rû dide. Li gorî serjimariya rêxistina tenduristiyê ya cîhanî di wî şerî de derdora 10 hezar kes hatine kuştin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din