ꞌRaporên der barê sûcên dewleta Tirk têrê nakin divê gavên cidî werin avêtinꞌ

Serokê Nivîsgeha Ewqadan û Rêveberê Tevgera Civaka Demokratîk a navçeya Şedadê got ku raporên NY`yê têra rawestandina sûcên artêşa Tirk nake, ji ber vê divê gavên cidî biavêje û Tirkiyê ji Sûriyê derxîne.

Komîteya Şopandina Rastiyan a Meclisa Mafên Mirovan a NY`yê di 14`ê Îlonê de raporek eşkere kir û tê de îşaret bi sûcên artêşa Tirk li herêmên artêşa Tirk û çeteyên wê pêk anîne, kir.

ꞌRAPOR ÎTÎRAFÊ BI SÛCAN DIKEꞌ

Têkildarî mijarê Serokê Ewqafan ê navçeya Şedadê Ehmed Esed ev yek got:"Em raporên NY`yê wekî îtîrafa bi sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nexasim li Serêkaniyê û Girê Spî pêk tîne, dibînin."

Ehmed got ku êdî her kes gendeliya komên çete pêk tînin dizanin; ji koçberkirinê bigire û heta wêrankirin, dizî, revandin, qetilkirin û îşkenceya sivîlan. Ew zorê didin şêniyên herêmê da ku koçber bibin.

ꞌDIVÊ XAKA SÛRIYÊ WERE PARASTINꞌ

Esed da zanîn ku armanca van sûcan parçekirin û dagirkirina vê xakê ye û ew jî vê yekê qet napejirînin, ji ber pêkhateyên Sûriyê ji beriya hezaran sal yekitiya xwe ava kiriye.

Esed ev yek li gotina xwe zêde kir: "Em wekî gelê herêmê dixwazin NY li ser rûyê erdê gavên cidî biavêje û sînorekî ji sûcên van komên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, deyne, di heman demê de parastina yekitiya xakê bike û li gorî diyalogan çareseriya Sûrî-Sûrî aktîf bike."

Rêveberê Nivîsgeha Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a navçeyê Mihemed Xilêf destnîşan kir ku her çi qasî raporên NY`yê bi derengî hatin ragihandin, lê sûcên çete bi piştgiriya dewleta Tirk li dijî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, ji her kesî ve diyar e û li ber çav e.

ꞌDIVÊ GAVÊN CIDÎ WERIN AVÊTIN Û ZEXTÊ LI TIRKIYÊ BIKIN KU DERKEVEꞌ

Mihemed Ebdî Xilêf wiha axaftina xwe dewam kir: "Em gavên cidî jê dixwazin ku zextê li dewleta Tirk bikin û ji tevî çeteyên xwe ji xaka Sûriyê derxînin."

Mihemed Xilêf di dawiya gotina xwe de bi lêv kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişî dewleta Tirk û tu kesên din nekiriye, lê Tirkiye sînoran derbas dike, gel koçber û qetil kir, ji ber vê divê sînorek jê were danîn û koçberên li kampan vegerin malên xwe.

(eh)

ANHA


Mijarên Din