Rastiya dewletan li Efrînê aşkera dibe

EKREM BEREKAT

Welatiyên Efrînê ji dema dagirkirina artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê ve, rastî kuştin, revandin, îşkence û talanê tên. Li vir têkildarî armanca dewletên ku Hevpeymanên Navneteweyî ya Mafên Mirovan hûnandine, nakokiyên mezin derdikevin holê.

Li gorî qanûnê diyar dibe ku Konseya Giştî xwe dispêre Hevpeymanên Navneteweyî ya Mafên Mirovan ku asteke hevbeş e û divê hemû gel û netewe bigihîjin vê yekê. Lê mixabin ev qanûn gelê Kurd nagire nava xwe ku ev bi sedan salan e li hemberî kuştin, îşkence, koçberkirin û guhertina demografîk li herêmên kurdî rû bi rû ye. Tişta ku vê yekê piştrast dike, siyasetên dagirkeriya Tirkiyeyê, kuştin, revandin û talan e ku dewleta Tirk li herêma Efrînê pêk tîne.

Hevpeymanên  Navneteweyî ya Mafên Mirovan û bi taybet di xala wê ya 5'emîn de wiha dibêje: "Çênabe îşkence li tu kesî were kirin an danûstandina dermirovî bi tu kesan re were kirin." Li gorî vê qanûnê divê rûmeta mirovan were parastin, lê tişta ku em di danûstandina artêşa Tirk a dagirker de li hemberî welatiyên Efrînê dibînin, berovajî vê yekê ye.

Welatiyê bi navê X.M. yê ji Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagiker ve hate revandin û bêtirî 3 mehan hate girtin. Piştre karibû ji zindanê bireve û ji herêma Efrînê ber bi herêma Şehbayê ve derkeve. X.M. têkildarî danûstandina dagirkeran li Efrînê der heqê welatiyan de ji ajansa me ANHA'yê re axivî.

X.M. got ku dema ew revandin bi awayekî hovane ji siwareyê daxistin û di bin îşkenceyê de xistin zindanê. X.M. da zanîn ku gelek kes di odeyeke biçûk de dihatin girtin û xwarina qirêjî pêşkêşî wan dikirin û destên wan jî girêdayî bûn û ji wan dixwestin ku wekî sewalan bixwin.

Bêdengiya Neteweyên Yekbûyî li hemberî van destdirêjiyên der heqê welatiyan de diyar dike ku ew li hemberî Hevypeymanên Navneteweyî ya Mafên Mirovan bi nakok in.

Di xala 17'emîn de ku ji 2 bendan pêk tê, diyar dike ku tu kes nikare mal û milkên welatiyan ji wan bistîne, lê tişta ku niha em li Efrînê dibînin aşkera ye ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê mal û milkên welatiyên Efrînê talan dikin.

Di van demên dawîn de li gorî agahiyên ku ajansa me ANHA'yê bi dest xwe ve anîne, artêşa Tirk a dagirker, welatiyên resen ên Efrînê bi darê zorê ji malên wan derdixe, wekî gundên Zehrê, Heyama, Elîkerra û Xilalka yên girêdayî navçeya Bilbilê û ev gund veguhertin deverên leşkerî.

Welatî bi darê zorê ji malên wan tên qewitandin û ev yek jî berovajî Heypeymanên Navneteweyî ya Mafên Mirovan e.

Li rex destdirêjiyên dagirkeran wekî qewitandina welatiyên Efrînê, revandin, kuştin ji aliyê dagirkeran ve li Efrînê rojane dubare dibin. Komên çete yên girêdayî artêşa Tirk rojane sivîlan, jin û zarokan direvînin.

Li gorî madeya 18'emîn a Heyvpeymanên Navneteweyî ya Mafên Mirovan ji mafê her kesî ye ku xwedî fikr, wijdan an ol be. Di nava vî mafî de azadiya nêrîn û baweriyê ye. Di madeya 19'emîn de jî tê gotin ku ji mafê her kesî ye ku bê astengî bawerî û nêrîna xwe vebêje. Lê tişta ku dagirker li Efrînê didin meşandin berovajî van her du madeyan e.

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ji dema dagirkeriya xwe ve bi sedan mamoste û pispor revandine.

Di xala 21'emîn de jî ku ji 3 bendan pêk tê, tê gotin ku ji mafê her kesî ye beşdarî rêveberiya karûbarên giştî yên welatê xwe bibe, çi rasterast û çi jî bi rêya nûnerên ku ew hildibijêre. Lê dîsa jî ev mijar li Efrînê ji aliyê dagirkeran ve tê binpêkirin.

Ev bûyerên li jor hatine behskirin, beşeke biçûk ji destdirêjiya artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê ye. Lê dîsa jî rêxistinên navneteweyî û hiqûqî û mirovî û di serî de Neteweyên Yekbûyî li hemberî van destdirêjiyên Tirkiyeyê li Efrînê bê deng in.

Hevpeymanên Navneteweyî ya Mafên Mirovan belgeyeke dîrokî ye û ji aliyê gelek dewletên cîhanê ve hatiye hûnandin. Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 10'ê Kanûna 1948'an de bi biryara 217’an li Parîsê erê kir.

ANHA