​​​​​​​Rastiya ‘Peşmergeyên Roj’ ji devê endamên wê yên berê (2)

Endamên berê yên di nav Peşmergeyên Roj de rastiya wê komê wiha vedibêjin “Di bin navê Koalîsyonê de dewleta Tirk wan perwerde dikir, leşkerên Tirk agahiyên îstixbaratî ji wan werdigirtin, ên ku dixwazin vegerin ser sînor, navên wan tên belav kirin, endaman ji kampên penaberan kom dikirin…”

Di vê beşî de, yek ji kesên ku ji "Pêşmergeyên Roj" veqetiyaye behsa têkiliyên di navbera wê komê û îstixbaratên dewleta Tirk de û çawa hatin xapandin da ku tev li wê komê bibin, dike.

LI SER XAPANDINA PARASTINA ROJAVA TEV LÊ DIBIN

Ednan Elî Çelebî   ji sala 2015’an heya 2018’an di nava Peşmergeyên Roj de cih girtiye. Ji ber zehmetiyên jiyanî û zilma rejîma Baasê sala 2011’an berê xwe daye Başûrê Kurdistanê. Beriya tev li vê komê bibe, endezyarê kehrebeyê bûye. Bi avakirina komê re li ser fikra parastina Rojava tev lê dibe. Lê belê paşê dibînê ku hatiye xapandin. Ji bo vê xapandinê wiha dibejê: “Ez ji bo armanca parastina axa xwe çûm lê mixabin ez hatim xapandin. Rojane ji bo vegera Rojavayê Kurdistanê digotin ‘sibe-du sibe hûn ê vegerin welatê xwe’. Me sal spart salê. Paşê me dît ku MÎT’ên dewleta Tirk di nava me de ne.”

Çelebî bal kişand ser perwerdekirina komê ji aliyê MÎT’ê ve û got: “Di hêza 3’yemîn de leşkerên dewleta Tirk dihatin perwerde didan me. Heya perê ku endamên wê komê digirin, ên dewleta Tirk in. Dema me dît ku leşkerên dewleta Tirk tên perwerdeyê didin, roj bi roj li ber çavên me Pêşmergeyên Roj reş bûn. Min xwest êdî vegerim welatê xwe. Piştî dîtina rastiyê ji sê hêzên Peşmergeyên Roj hejmareke kêm maye.”

KAMPA PENABERAN WEK KAMPA PÊŞMERGEYAN BI KAR TÎNIN

Çelebî anî ziman ku penaberên Rojavayê Kurdistanê ku li kampa Domîz a li Başûrê Kurdistanê dimînin, wan penaberan tev li Pêşmergeyên Roj dikin û got: “Kampa penaberan wek kampa pêşmergeyan bi kar tînin. Buroyên ENKS’ê yên li kampan navên penaberan ji bo tevlêbûna Peşmergeyên Roj tomar dikin. Feqîriya ciwanên penaber tê bikaranîn. Jixwe piraniya Pêşmergeyên Roj di kampan de dijîn.”

EM YÊN JINBAVÊ BÛN

Çelebî destnîşan kir hêza sêyemîn a Peşmergeyên Roj ji aliyê ENKS’ê ve ji xelkê Rojavayê Kurdistanê komkirin û got: “Di navbera Pêşmergeyên Roj û yên PDK’ê de gelek cudahî hebû. Em ji bo wan “yên din” bûn. Bi taybet ji bo Pêşmergeyên Roj nebaweriyek mezin hebû. Li wir em dihatin xapandin. Tirkan li Rojavayê Kurdistanê şerê gelê me dikir û li Başûr mintiqa Hiniz a di navbera Hewlêr û Dihokê de jî li ser perwerdeyên me disekinîn.”

Çelebî diyar kir ku gelek pêşmerge dixwazin vegerin Rojavayê Kurdistanê lê Parastin û asayîşa Başûr nahêlin werin ku li ser sînor navên wan tên belavkirin. Çelebî derbarê mijarê de got: “Yên ku dixwazin vegerin îkametgah û nasnameya wan tên desteserkirin. Gelek ji wan bi sedema fikra vegera welat ketin zindanê.”

ŞERÊ BIRAKUJIYÊ JI ME RE NABE

Têkildarî şandina Pêşmergeyên Roj ji bo şerê li hember PKK’ê, Mircan got: “Şerê li hember PKK’ê ji me re nabe. Hêviya min ji wan hevalên min yê berê ku kêmekê mêjiyê xwe têxin serê xwe da ku şerê li hember gerilla ji serê xwe biavêjin. Vegerin welatê xwe. Hûn li wir tên xapandin. Ciwanên Pêşmergeyên Roj ên Rojavane û divê şerê xwe li welatê xwe li hemberî dagirkeran bikin.”

LI SER NAVÊ KOALÎSYONÊ TIRK DIHATIN PERWERDEYÊ

Ismayîl Ebdurehman  jî di sala 2013’an de ji bo tevlêbûna pêşmergeyan diçe Başûrê Kurdistanê. Sala 2016’an tev li Pêşmergeyên Roj dibe. Li ser çi armancê çû, bi çi re rû bi rû ma, Ebdirehman wiha dibejê: “Li ser esasê parastina axa Rojava tevlêbûn çêbû lê tiştê ku me dît, gelekî cuda bû. Em hatin xapandin. Di perwerdeyê de, di bin navê koalîsyonê de leşkerên dewleta Tirk dihatin û em perwerde dikirin. Min bi xwe di perwerdeya leşkerên dewleta Tirk de cih girt. Me dît ku ne koalîsyon, dewleta Tirk me perwerde dike. Me çend caran ji serbazê xwe re jî got ku Tirk dijminên me ne û yên ku me perwerde dikin Tirk in. Serbazan ji me re digot ‘Me pere dane wan, bi pere tên we perwerde dikin.”

MÎT’Ê AGAHÎ JI ME WERDIGIRTIN

Ebdurehman got leşkerên dewleta Tirk di dawiya perwerdeyan de gelek agahî ji wan digirtin û got: “Wekî gmaîl, hejmara telefonê, şîfreyên medyaya civakî, agahiyên şexsî, navên xizmên li Rojava, yên di nava YPG/YPJ’ê de pirs dikirin. Nemaze endamên pêşmergeyên Roj ên ku zimanê tirkî dizanîbûn, leşkerên Tirk ew nêzî xwe dikirin, dikişandin aliyê xwe.”

Piştî ku xapandinê dibîne, Ebdurehman jî ji nav wê komê derdikeve û dibejê: “Li Rojavayê Kurdistanê şerê li dijî DAIŞ’Ê hebû û YPG/YPJ’ê li dijî wan şer dikir. Dema ku me ev dît, me xwest vegerin welatê xwe û li hemberî DAIŞ’ê şer bikin, lê nedihiştin. Yên ku bi navê peşmergê roj li hev komkirine li wir tên xapandin. Tu heqîqet min di nava Pêşmergeyên Roj de nedît. Tiştên ku li wir ji me re digotin hemû derew bûn, dûrî rastiyê bûn. Ji bo çi şer dikî, te nedizanî. Ji bo pêşmerge neyên Rojava, derewan li wan dikin ku dibêjin wê we bigirin, bikujin. Ez li vir im û kesî ez nekuştime, ez niha ji bo parastina welatê xwe di nava hêza QSD’ê de cih digirim.”

ANHA


Mijarên Din