Rayedarekî amerîkî: DAIŞ li cîhanê zêde dibe

Rayedarekê amerîkî yê têkoşîna li dijî terorê Christopher Miller ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê tevî ku li Sûriye û Iraqê bi bin ketin û serçeteyên wan hatin kuştin jî, lê li cîhanê nêzîkî 20 şaxên wan hene û berfireh dibe.

Li gorî rojnameya El-Ereb Weekly a Brîtanî Gerînendeyê Navenda Neteweyî ya Amerîkayê ya Têkoşîna li dijî Terorê Christopher Miller ev yek got: "Di pêvajoya 6 salên derbasbûyî de her tim komên tundraw îsbat kir ku dikarin binketinên xwe bi rêya kadroyên pispor ên fermandarên pispor ên ji asta navîn, torên veşartî yên berfireh û vegera zexta têkoşîna li dijî terorê, derbas bikin."

Miller di rûniştina guhdarkirina ji Komîteya Ewlekariyê ya Neteweyî ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê de ev yek destnîşan kir: "Ji dema kuştina Ebû Bekir El-Bexdadî û gelek kesayetên payebilind  de ku di Cotmeha 2019`an de pêk hatiye, serçeteyê nû Mihemed Seîd Abdulrehman El-Mewla êrişên nû bi desteka komên girêdayî rêxistinên ku di hêla erdnîgariyê de dûrî fermandariyê ne, bi rê ve bibe."

Duh koman berpirsyariya xwe ji kuştina 6 karkerên fransî û şêwirmendên wan ên li Nîjerê di 9`ê Tebaxa derbasbûyî de hatin kuştin, eşkere kir, li gel vê komên tundraw berpisyartiya xwe der barê êrişa li bajarê Sose yê Tunisê ragihand. Di encama vê êrişê de polîsek hate kuştin û yek jî birîndar bû.

Christopher Miller da zanîn ku rêxistina DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê bi hawnan, mayînên destan û bi topban gelek êriş û kuştin pêk anîne, ji wan êrişa di Gulanê de ku di encamê de bi dehan leşkerên Iraqê birîndar bûn û hatin kuştin.

Miller diyar kir ku rêxistinê serkeftina xwe bi dîmenekî qed kiriye, da ku diyar bike komên tundraw hîn jî rêxistineke çalak e.

Di heman demê de rêxistin niha ji bo rizgarkirina bi hezaran endamên xwe yên tevî malbatan wan di girtîgehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne, kar dike.

Miller destnîşan kir ku tora DAIŞ`ê ya cîhanî niha li derveyî Sûriyê û Iraqê derdora 20 şax û torên xwe hene, xwedan encamên diyarker bûn, lê hêza herî xurt li Afrîqiyayê ew e û êrişa Nicerê jî isbat kir.

Miller têkildarî rêxistina El-Qaîdê ya rikberiya rêxistina DAIŞ`ê dike bi lêv kir ku di 11`ê Îlona 2001`ê de li DYA`yê gelek êriş pêk anîn û ji ber serçete û girîngtirîn kesayetên wê hatin kuştin lawaz bû, lê dîsa jî aktîf ma.

Miller di dawiya de da zanîn ku şaxên El-Qaîdeyê yên li Yemen û Afrîkayê karîna xwe ya der barê pêkanîna êrişan de parastiye, lê komên li Hindistan û Pakistanê gelekî lawaz bûn.

(eh)

ANHA


Mijarên Din