Rayedarekî amerîkî: Derfetên ku Amerîka cezayan li Tirkiyê ferz bike, zêde bûn

Rayedarekî payebilind ê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku îhtîmala ku Amerîka li ser Tirkiyê cezayan ferz bike, piştî ku pergala moşekên parastina hewayî ya Rûsyayê ya S-400 ceriband, mezin dibe.

Cîgirê wezîrê karên derve yê kar û barên siyasî û leşkerî Clark Cooper got: "Tirk hewldanên li pey pergala S-400 didomîne."

Cooper wiha domand: "Piştî ku serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erodgan ragihand ku welatê wî di 16`ê Cotmehê de pergala parastinê ya Rûsyayê ceribandiye ya ku Washington dibêje ev yek li dijî endamtiya Tirkiyê di NATO`yê de ye, ne dûr e ku fikra ferzkirina cezayan pêk were."

Cooper destnîşan kir ku Washington ji sala borî de ji Enqereyê re diyar kir ku ji bo Amerîkayê xeta sor e eger ew pergala S-400 bixebitîne.

Cooper got: "Me ji Enqereyê re eşkere kir ku ceribandina moşekên S-400 bi tevahî nayê qebûlkirin. Rêveberiya Amerîkayê hîn jî hewl dide ku Tirkiyê îqna bike ku S-400’an nexebitîne."


Mijarên Din