Rayedarekî berê yê Îtalyayê: Li Ewropayê lîderên xurt tune ne

Wezîrê karên derve yê berê yê Îtalyayê Franco Frattini diyar kir ku di Yekitiya Ewropayê de lîderên xurt ku karibin li dijî serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bisekinin, tune ye.

Franco Frattini da zanîn ku li Îtalyayê fermandariyek siyasî tune ye.  Franco Frattini got: “Ez tu rêveberên rastî û xurt di Yekitiya Ewropayê (YE) de nabînin ku karibin ji serokkomarê dewleta Tirk re bibêjin êdî bes e, dev ji sûcên xwe li Rojhilata Navîn berde.”

Wezîrê karên derve yê berê bang li serokê hikumeta Terablusê yê li Lîbyayê Fayîz Sîrac kir ku êrişên leşkerî bisekinînin û vegerin diyalogê da ku agirbest li Lîbyayê pêk were.

(eh)


Mijarên Din