Rayedarekî Îranê: DYA`yê firotina petrolê hêsan kir

Reutersê li ser zimanê dezgehên çapemeniya Îranê ragihand ku îro rayedarekî Îranê got DYA`yê firotina petrola Îranê hêsan kir, ev jî nîşana binketina fişara Washingtonê ya li dijî Tehranê ye.

Ajasnê bal kişand ser ku serokê Fransayê Emmanuel Macron ji bo çareseriyeke dîplomatîk beriya civîna Lûtkeya G7’an bi hefteyekê amadekarî dikir. Tê zanîn ku têkiliyên DYA`yê û Îranê ji dema vekişandina serokê Amerîkayê Donald Trump ji hevpeymana nukleerî ku hêzên navdewetî  li Tehranê di sala 2015`an mohr kir, aloz in.

Ajansa nûçeyan a Îranê IRNA li ser zimanê cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Araqcî ragihand ku dema kombûna Lûtkeya G7’an, Macron û Trump civiyan û DYA’yê firotina petrola Îranê hinekî hêsan kir.

IRNA’yê îdia kir ku ev jî nîşana serkeftina berxwedana Îranê û binketina fişara Amerîkayê ye.

Ji dema vekişîna ji hevpeymana nukleerê, Trump der heqê bazirganiya petrolê de ceza ferz kirin û Tehranê jî qeyd û bendên tund li ser xebata xwe ya nukleerê bipejirîne, her wiha sînorkirina bernameyê moşekên balîstîk û bidawîkirina destekdayîna ji hevkarên xwe yên li Rojhilata Navîn, ji bo berjewendiyên Îranê wekî şermekê dibîne. 

Abbas Araqcî got Îran û hevkarên xwe yên ewropî di hevpeymana nukleerê de, da ku hevpeymanê biparêzin, rastî astengiyên hatin.

Her wiha tekez kir ku Tehran li gorî hevpeymanê heta ku parastina cezayên li ser firotina petrolê û dosyayên bankan bike, ji kêmkirina pabendiyên xwe gav naavêje paş.

Roja çarşemê serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî îşaret bi têkoşîna li dijî şerê aborî yê ku Washingtonê daye meşandin, kir û di heman demê de hikumetê got ji bo çareseriya aloziyê tevî ku baweriya wê bi Trump nayê, ew ê dîplomatîk nêzîk bibe.

(eh)


Mijarên Din