Rayedarên Nîjeryayê serdana Rêveberiya Xweser kir

Nûnerên Wezareta Karûbarên Derve ya Nîjeryayê serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku avahiya wê li navçeya Eyn Îsayê ye.

Nûnerên Nîjeryayê ji Mûsa Hebîb Marîka û Iyad Mihemed El-Mûdî pêk dihat ji aliyê hevserokên Daîreya Karûbarên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhlatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer û Emel Dada û seroka Desteya Jin Cîhan Xidro ve hatin pêşwazîkirin.

Aliyên Rêveberiya Xweser sîstema Rêveberiya Xweser û pêkhateyên li herêmênbi nûnerên Nîjeryayê dan naskirin.

Di hevdîtinê de mijara girîngiya avakirina dadgeheke navdewletî li herêmên rêveberiyê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ‘ê yên girtî hate destnîşankirin, rewşa malbatên çeteyan ên di kampan de û nêzîkatiyên rêveberiyê li bermaberî wan hatin şîrovekirin. Aliyê Nejerî destnîşan kir ku dê fikra avakirina dadagehê bi hikûemta xwe re şîrove bikin.

Nûnerên Nîjeryayê ji berpirsên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser re xwest ku 3 zarokên sêwî yên malbatên DAIŞ‘ê yên ji Nîjeryayê radestî wan bike. Li ser vê mijarê nîqaş hatin kirin.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Emel Dada ji ANHA‘yê, serdana aliyên Nîjerya erênî nirxand û destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser bersiva daxwazên şandeyên ku serdana Rêveberiya Xweser dikin, dide.

ANHA


Mijarên Din