Rayedarên Rêveberiya Xweser û Partiya Çepgir a Luksembûrgê civiyan

Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi endamên Komîteya Têkiliyên Navneteweyî ya Partiya Çepgir a Luksembûrgê re hevdîtin kir. Rayedarên Luksembûrgê diyar kirin ku li hember êriş û planên qirkirinê ew bi pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ne.

Hevdîtin duh (5`ê Kanûnê) li Luksembûrgê pêk hat. Tê de her du aliyan rewş, geşedan û dozên hevbeş nîqaş kirin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê Ebdulkerîm Omer behsa tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, astengiyên li pêşiya wê û şerê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dijî DAIŞ`ê kir.

Omer bal kişand ser gefên dewleta Tirk li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê û zêdebûna êrişên wê di dema dawî de, hedefgirtina welatiyan, cihên giştî û saziyên xizmetgûzariyê û rewşa jiyanî û mirovî.

Omer destnîşan kir ku divê hêzên navneteweyî, raya giştî ya cîhanê, hemû hêz û kesayetên alîgirên tecurbeya Rêveberiya Xweser bikevin tevgerê û sînorekî ji sûcên dewleta Tirk ên li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re deynin.

Rayedarên Partiya Çepgir a Luksembûrgê jî got ku ew geşedanên li bakurê Sûriyê ji nêz ve dişopînin. Di heman demê de ji ber windahiyên sivîl mixabiniya xwe nîşan da û diyar kirin ku hedefgirtina welatiyan û binesaziyê wekî nexweşxane, dibistan û hwd sûcên dermirovî ne û divê li ser wan sûcan hesab ji dewleta Tirk bê pirsîn.

Rayedarên Partiya Çepgir pensa tecrubeya Rêveberiya Xweser da û tekez kirin ku divê xebat, hevkarî û piştevaniya vê tecrubeyê bê xurtkirin. Di heman demê de li hember hemû êriş û planên qirkirinê piştgiriya xwe bi pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nîşan da.

(cx)

ANHA


Mijarên Din