Rûdanên li Dêrazorê di civîneke berfireh de tên nîqaşkirin

Îro li gundewarên Dêrazorê civîneke berfireh li Meclisa Sivîl a Dêrazorê tê lidarxistin. Tê de kesayetên niştîmanî, nûnerên eşîran û qebîleyên Ereb ên Dêrazorê beşdar dibin, her wiha nûnerên MSD`ê, Rêveberiya Xweser û nûnerên Rêvberiya Xweser amade dibin da ku bûyerên li gundewarên Dêrazorê di demên dawîn de çêbûn, nîqaş bikin.

Li gundewarên Dêrazorê xwepêşandanên ji bo daxwaza peydakirina xizmetguzariyê rûdan, bi taybet piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê.

Hin aliyên derve hewl da ku van xwepêşandanan ji rê derxe û bikin siyasî, her wiha fitneyê li herêmê çêkin. Hin dezgehên çapemeniyê xwest vê mijarê li gorî aliyên derve ku dixwaze ewlehiya herêmê xirab bike, ragihînin.

Ji bo nîqaşkirina rûdanên li herêmên Dêrazorê di demên dawîn de, çavkaniyekî ji ajansa me re ragihand ku îro dê civîneke berfireh li Meclisa Sivîl a Rêveberiya Dêrazorê bê lidarxistin, tê de nûnerên eşîr û qebîleyên Ereb ên Dêrazorê, nûnerên MSD`ê û Rêveberiya Xweser amade dibin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din